PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sê çîrokên kurt


Stêrnasek :

Stêrnasek her êvar diçû derve û li stêran dinerî. Dema carekê ew dîsan bi rê ve bû berev derveyî bajar, wî berê xwe dabû esmanan lew hilingivî û ket bîrekê. Rêborekî guh li hawar û gaziyên wî bû, çû nik û gotê: "Wey rebeno! Hind bi sexbêrî li diyardeyên esmanî dinerî ku haya te ji yên sererdî namîne."

Þêr, ker û rovî :

Þêrekî, kerekî û roviyekî li hev kir û çûn nêçîrê. Dema wan têra xwe nêçîr kir, þêrî got kerî: "Nêçîrê parve bike." Kerî her tiþt kir sê piþkên wekhev û tika kir her yek para xwe rake. Lê þêr xeyidî û ker xwar. Paþî þêrî got rovî: "Nêçîrê dabeþ bike." Rovî hemû nêçîr kom kir, tenê çend pirtik bo xwe jê rakirin û hemûya dî bo þêrî hêla. Dema þêrî jê pirsî ka rovî ji kê wa elimiye, rovî got: "Ji bextê reþ yê kerî."


Du beq :

Dema av ji lîça jîngeha du beqan hiþk bû, ew bo xwe li lêgehek nû gerrîn. Wan bîrek dît û yekê got: "Divê em xwe biavêjinê." Lê ya dî got: "Lê eger ev jî ziwa bû ?"
Ji te, þîretên van çîrokan çi ne ?