Gelo ev kumê goyane ?
Gelo ev binkincên jore ( bîkînî yê jor e ) ? , an jî kumê goyane ? Bi angotê Fermanberê Tirkan, hebê hebe ev kumê goyane. — Li bakurê Kurdistan ê herema serhedê heye. Li vî heremê bi navê Gimgim ( Varto ) qeza Muþ' ê heye. 1966 da li herema serhê, li Gimgimê û li gundan erd hec çê bu. Piþtê erdhecê devletên bîyanî ji Gimgimêra alîkarîya xwarinê û cil û potan þandin. Ev alîkarî çu ber destê Qizilayê. Ango ev alîkaru diçu ber destê fermanberê ( Memur ) devleta TC yê. Mixabin fermanberên devleta, Tirk bi piranî dizin. Fermanberên Tirkan alîkarîyê ji Gimgimîyanra hati bû, bi baran dizî bun. ji van alîkarîyana çend bar ê xwarînê bu û çend barjî ê cil û potan bu.Mixabin fermanberên Tirkan barên xwarinê li hev pavra kiribun. Dor hati bu pavrakirina cil û potan. Wan çend bar cil û potan li hev pavra kiribun lêku barekî mavu wan nizanibun ku ev barê cil û potan çiye û ji çira dibe.
Aqilbendê fermanberan amade nabu. Hevalek xwa diþînin duyê aqilbendên xwa.
Fermanber : kekê hevalên fermanber min þandin em cil û potan li hev pavra dikin, hewceye tujî were.
Fermanberê aqilbend :´ Karê min heye para min veqetînin û ji minra biþînin.
Fermanber : Kekê barek cil û potan heye, hevalên fermandar nizanin kû ev bar çiye. Ji ber vî sedemê min þandin duyê te.
Fermanberê aqilbend : Aha kivþe hewceya we bi min heye de were em biçin.
Fermanberê aqilbend û fermanberê din dikevin rê bicin ba hevalê xway din. Digêjin ba hevalê xwa.
Fermanberê aqilbend : Silav ji wera gelê hevalan. Ev çiye ku hun nizanin çiye.
Fermanber : Keko ka binêrê me yekîjî pê dernexist ev çiye .
Fermanberê aqilbend : De herin lo ma hun nuzanin ev kumê goyane.
Fermanber : Gelo rasta ev kumê goyane ?
Fermanberê aqilbend : Birayên hêja, bawerkin ev kumê goyane.
Fermanberên devleta Tirkan ji payîzê hatanê baharê vî tiþtê hanê didin ser goyê xwa.
Mixabin wextek dirêj li Gimgimê Qaymaqam tunebuye. Lêku baharê Qaymaqam tayîne Gimgimê dibe. Gelek Fermanber ( Memur ) û Muxtar neçunin dîtina Qaymaqam. Qaymaqam ji Fermanberan û ji Muxtaranra name ( Mektun ) diþînê neçuyîna wan bi zimanek tuj rexne dike.
Fermanber û Muxtarên Gimgimê digêjin hev û dicin ba Qaymaqam. Lêku hîna li derba ji bona qisedanê fermanberê aqilbend hildibêjêrin. Diçin buroya Qaymaqam.
Fermanberê aqilbend : Birêz Qaymaqam tu bixêr hatiye. Bibore em dereng hatin dîtina te. Bawerim tu me bibaxîsîne.
Qaymaqam : Gelê muxtar û fermanberên delal hun bixêr hatine.
Fermanberê aqilbend : Birêz qaymaqam tu dinav xêrêda be.
Qaymaqam : Bawerim Fermanberên min nizanin ewê danîye serê xwa çiye.
Fermanberê aqilbend : Birêz qaymaqam em dizanin evê serê me çiye.
Qaymaqam : Fermanberê hêja evê li serê te çiye ? . Û hun ji binkincanra dibêjin çi ?
Fermanberê aqilbend : Birêz qaymaqam em ji bin kincanra dibêjin kiras û ewê li serê me jî kumê goyane.
Qaymaqam : Hun þaþin navê evê li serê we Bikînîye. Bikînî kumê goya nine. Bikînî ji pêsîranra dibe. Ez bi we rind bidim fehmkirin. Li bajêrê mezin jin bikînî didin ser çiçikê xwa. Edî bese vi tiþtê nedin serê xwa. Biçin malê xwa wan bîkînîyana bidin jinê xwa û bira jinên we çiçikê têkin nav.
04. 10. 2004
Ali Cahit Kiraç
|