PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sekreterê Berê yê PEN’a Navneteweyî Terry Carlbom : “Em giringiyeke mezin didin Konferansa Diyarbekirê”


SALIHÊ KEVIRBIRÎ


Sekreterê Berê yê PEN’a Navneteweyî Terry Carlbom:
“Em giringiyeke mezin didin Konferansa Diyarbekirê”


Sekreterê berê yê PEN’a Navneteweyî Terry Carlbom di sala 1936’an de li li Bakurê Îngilîstanê çêbûye. Bi eslê xwe swêdî ye. Feylesof Doktorê zanyariyê ye. Di warê dîrok û feylesofiyê de xwediyê gelek berheman e. Di warê meqaleyên çandî de navekî naskirî ye.
6 salan walîtiya bajarê Uppsala ya Swêdê kiriye. Niha jî li heman welatî Þaredarê Bajarê Knîvstayê ye.

Terry Carlbom bi boneya ‘Konferansa PEN’a Navneteweyî ya Diyarbekirê’ ku dê adara 2005’an de pêk were hate Diyarbekirê û ligel endamên Navenda PEN’a Kurd beþdarî li gelek hevdîtinan kir.

Carlbom li Diyarbekirê derbarê PEN’a Navneteweyî, Konferansa Diyarbekirê û cihê PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de bersiv da pirsên me...

* * * * * *

Birêz Carlbom bi kurtasî be jî ji me re behsa rabirdûya PEN’a Navneteweyî bike. Rol û girîngiya vê dezgehê di nav sazûmana serbixwe ya cîhanê de çî ye ?

PEN’a Navneteweyî di sala 1921’ê de ji hêla Xatûn Amy Dawson Scott ve li Londona Îngilîstanê hate damezirandin. Her wekî tê zanîn piþtî Þerê Cîhanê yê Yekemîn pêla nîjadperestî xwe dabû der. Armanca avakirinê ew bû ku kesên nivîskar nekevin bin çeper û bandora vê pêlê û ji dorhêlên siyasî þûþtî bimînin.

Nivîskarên alman û ingilîz dest avêtin vî karî, wan li ser çand û nivîskariyê danûstandin pêk anî. Bi rastî jî nivîkarên dest bi karê avakirina vê dezgehê kiribûn xwe ji nîjadperestiyê þûþtibûn. Lewre jî gelek kes baweriya xwe bi wan anî. ‘nivîskarê azad’ an jî ‘nivîskariya azad’ bêjeyên pîroz in ji bo sazîbûna PEN’ê. Ji wê rojê ta îro me bawerî bi fikrên azad heye. Her rêbazeke PEN’a Navneteweyî bi diyaloganên dûvedirêj bingeha xwe wergirtiye. Pêwîstî hatiye dîtin ku nivîskar bi riya diyalogê bêne cem hev.

Fikra avakirina PEN’ê li ser pêþniyaza John Calsworty (Ingilîstan) ku xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ye hate pê. Fikra bingehîn a PEN’ê ‘Hevkariya di navbera Nivîskaran’ bixwe ye. Bi kurtasî yek ji sedemên bingehîn a avakirina PEN’ê polîtîkayên faþîzane ya Hîtler, Franco û Mussolînî ne!

Li raserî 100 welatî, zêdetirî 135 PEN hene. Li hinek welatan zêdeyî yek PEN’î heye. Qismek PEN jî hene ku welatên wan tunene, bo nimûne PEN’a çîngeneyan.

Wekî agahiya dawî dikarim bibêjim ku di nava PEN’a Navneteweyî de 4 komîteyên me hene:

1 - Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de
2 - Komîteya Nivîskarên ji bo Aþtiyê
3 - Komîteya Wergerê
4 - Komîteya Nivîskarên li Sirgûnê (Ji bo mafê nivîskarên penaber)


Wekî tê zanîn di sala 2005’an de li Diyarbekirê konferanseke çandî û wêjeyî li dar dikeve. Ev biryar çawa hate pê, ji bo vê yekê tu dikarî çi bibêjî ?

Ev du sal in ku em li ser vê konferansê serê hev diêþînin! Ango em di nava têkilî û danûstandinan de ne. Yek ji armancên PEN’ê jî ew e ku her miletek, her çandek mafên xwe yên xwezahî pêk bîne da ku ji windabûnê rizgar bibe. Þayanê pesindanê ye ku em hevalên xwe yên nivîskar ku ziman û çanda wan ji ya me cudatir e, biparêzin û bi wan bidin û bistînin.

Konferansa Diyarbekirê ji vê yekê ne cihêtir e. Bi pêkanîna ‘Konferansa Pirengiya Çandî ya Diyarbekirê’ emê yek ji armancên UNESCO’yê pêk bînin. Ev armanc, di xal û xetên UNESCO’yê de wiha hatiye þîrovekirin: ‘Her kesek xwedî maf e ku bi zimanê xwe biaxive-binivîse!’

Danûstandina çandî û wêjeyî ji bo me armanc e. Li me ferz e ku em ji bo miletên zimanên wan qedexe ye derfetên wisa pêk bînin.

Ezbenî ji bo çi ne bajareke din lê Diyarbekir ?

Diyarbekir bixwe biryara xwe da û got; ‘li min xwedî derkevin!’ Daxwaz ji PEN’a Kurd û PEN’a Tirkiyeyê hat û li Londonê jî bû biryar. Ev yek ji bo me gelek girîng e. Ji ber vê giringiyê em bi UNESCO’yê re kar dikin ku yek ji pêþekê konferansê ye. Bi vê riyê mirov dikare civakeke xweþ û aþtiyane ava bike.

Serketîbûn an binketîbûna vê konferansê dê were çi wateyê? Kêmek û zêdek wê bi çi rengî bin ?

Heger konferans biser nekeve, dê ji bo çand û wêjeyê xerabiyeke pir mezin bi xwe re bîne. Biserketin an jî têkçûyîna konferansa li Diyarbekirê hinek jî bi têkiliyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve girêdahî ye.

Heger konferans bi serfirazî pêk were, wê Diyarbekir ji aliyekî ve di qada navneteweyî de bibe sembola çand û dîroka kevnare. Li aliyê din jî wê bibe sembola avakirina civakeke modern û nûh.

Wekî PEN’a Navneteweyî em difikirin ku dê konferansa li Diyarbekirê qezenc û destkeftinên mezin bi xwe re bîne. Lewre jî, ji roja ewil heta îro em giringiyeke mezin didin vê konferansê.

Yekem car bi vê konferansê dê mejiyê tirk û kurd bêne cem hev. Ji bo ku merhaleyeke wisa pêk hat, kê çi bar hilda ser milên xwe? Giringiya vê bihevrebûnê hestekî çawa bi te re dide peydakirin ?

Endamên her du PEN’an; PEN’a Kurd û PEN’a Tirkiyeyê rolekî baþ leyîstin. Lewre jî bi riya te ezê spasiyên xwe pêþkêþî wan bikim. Heger endam bixwazin, dê rêveberî bi dilxweþî bike. Lewre jî va ye tu dibînî ku em dikin! Wekî min îro ji Þaredar (Osman Baydemîr) re jî got; ‘Em di nava sazîbûnekê de hemû endamê hev in’

Ji bo min cihê þanazî û kêfxweþiyê ye ku gelek endamên me bibin hevnasê Diyarbekirê. Êdî wext hatiye ku Diyarbekir di qada navneteweyî de wekî ‘Bajarê Çandê’ were naskirin. Ji ber ku Diyarbekir ne tenê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn; li tevahiya qada navneteweyî de roleke girîng û berbiçav dilîze.

Cihê PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de li kîjan astê ye ?

Li gorî PEN’a Navneteweyî, PEN’a Kurd PEN’eke pir çalak û baþ e. Her dem endamên nû tîne nav xwe. Li ser rola xwe ya navneteweyî ku hilgirtiye ser milan baþ kar dike. Bêyî mûbalaxa dikarim bibêjim ku di nav tevahiya PEN’ên heyî de, saziya herî çalak û baþ Navenda PEN’a Kurd e.

Li gorî baweriya me PEN’a baþ ew e ku ji bo PEN’ên din jî serê xwe biêþîne. PEN’a Kurd vê yekê dike. Tiþtê herî xweþ ji bo me navneteyîbûna PEN’a Kurd e.

Terry Carlbom gelek spas ji bo bersivdayîna pirsan

Ji bo ku te ev derfet da min kêfxweþ im !


SALIHÊ KEVIRBIRÎ / DÝYARBEKÝR
salihkevirbiri@hotmail.com


Me ev nivîs ji www.pen-kurd.org wergirtiye.