PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mem û Zîn -II- : Ahmedê Xanî


Mem û Zîn -II- : Ahmedê Xanî


Ji "MEM Û ZÎN"ê ( Ahmedê Xanî )
Ger dê hebûya me padiþahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek

Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek

Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet


Bi kurdîya îro

Eger hebûya ji me padîþahek
Xwedê liyaq bidîta ji bo wî kulahek
Û bihata diyarkirin ji bo wî textek
Eþkera eþkera dê vebûya ji bo me jî bextek
bi dest biketa ji bo wî tacek
Bê guman ji me re jî dê çêbibûya rewacek


* * *

Hevgirtin û yekîtiya me hebûna eger
Û em hemî li pey hev biçûna eger
Rom û Ereb û Ecem bi temamî
Hemûyan dê ji me re bikira xulamî
Me dê bi tevayî pêk bianîna dîn û dewleta xwe
Me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe

Ahmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.

Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bayezidê ye.

Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir."

Destana kurd ya netewî "Mem û Zîn", bi sedsalan di nav gelê Kurd de bi devkî û bi destnivîskî jiyaye. Paþê gelek caran hatiye çapkirin. Cara pêþîn di sala 1919'an de li Istenbolê; paþê di sala 1947'an de li Helebê, 1954 Hewlêrê, 1957 samê, 1960 Bexdadê, 1962 Moskovayê, 1968 Istenbolê, 1988 Ûrmiyê û 1995'an de li Swêdê li bajarê Uppsalayê hatiye çapkirin.

"Mem û Zîn", bi tîpên latînî cara pêþîn di sala 1968'an de, ji aliyê M. Emîn Bozarslan ve li Istenbolê hat çapkirin. Mamoste Bozarslan, bi munasebeta 300 saliya "Mem û Zîn"ê, ew bi tîpên latînî û bi þirovekirineke hêja di sala 1995'an de ji nû ve çap kir. Ev çap ji metnê orjînal û ji wergera kurdiya xwerû pêk hatiye.