Ferhengok 3 : Ferhengok : alim : zana, yê/ya ku xwedanê zanyariyê ya bêheþketin: Ji xwe ve çûn, xewirîn bestin : Girêdan bexþîn : Efû kirin bikêrhatî : Zîrek, xwedan marîfet burc û kelat : Burc û qale, hîsar çavpêketin : Lê rasthatin, dîtin çeþnîgir : Dema berê, yê ku beriya mîr an padîþah xwarin tam dikir ku bi jahrîbûya ew pê dimir û mîr an padîþah xelas dibû û heke tiþt bi wî nehataya wan jî ew xwarin dixwar. daxa dil : Kula dil, birîna dil, kesera dil dayîn : Jina pîr ku zaroyên mîr û sultanan mezin dikir, xwedî û terbiye dikir debîrê dîwanê : Kargêr û katibê dîwana mîrî. dekzan : Yê / ya ku fen û fûtan, dek û dolaban dizane, dalavêrecî, hîlebaz del û dînane : Bi awayekî serberdayî, xwe wendakirî û aqilsivikî dergevan : Nobetdarê ber deriyên mîran yan yên ber dergehên kela û zîndanan dîwan : Meclisa Mîr an a padîþah a resmî; kitêba helbestên klasîk dilreþ : Pexîl; xêrnexwaz dilrevandin : Dilxistina xwe bi sipehîtî û xweþikiyê, aþiqkirin eda : Dayin; bicîhanîn evîn : Aþq, hezkirina fewqelade evîndar : Aþiq, hezkir evraz : Pala ber bi jor de, kaþ ferman : Emir fesad : Yê ku peyvên xerab di navbera însanan de digerîne û wan bera hev dide, kar û têkiliyan pûç dike û însanan bera hev dide gelacî : Fesadî; xêrnexwazî, xerabîxwazî harem : Demên berê aliyê jinan ê mala mîr ku malbata wî tevî jin zarok û cariyan lê diman û beþekî taybetî bû, ji bo kesên xerîb û karên resmî girtî bû Hatemê Tayî : Merivek e ku bi camêrî û destfiretiya xwe di tarîxê de deng daye. Heta li gora baweriya Musulmanan Hatemê Tayî ji bo ku kafir bû helbet wê here cehennemê, lê ji bo ku gelek camêr bû Xwedê wê wî welê biparêze ku tu carî pêlên agir wê nikaribin xwe bigihîninê. hemderd : Yê ku þirîkê derdê meriv e, sirdaþ e û meriv dikare hemû tiþtên xwe yên taybetî jê re bibê je hinav : Ciger. Organên daxilî yên laþî. Tê gotin "dil û hinav" îbret : Buyereka ku divê meriv tecrube jê werbigire hivza xwe jê bike, xwe jê dûr bixe lihevhatî : Yê ku endamên bejn û bala wî bi hev re harmoniyekê çêdikin û li hev tên maiyet : Bi hev re bûn. Yên ku di bin emrê mîr an amirekî de ne û bi wî re sadiq in merd : Camêr, mêrxas. Destvekirî, ne çikos merdî : Mêrxasî. Destvekirîtî merhamet : Dil pê þewitîn; rehm lê kirin mîr : Fermandarekî xwedan xanedan ê herêmeke bi serê xwe ya dema derebegiyê. Emîr; kesê xwedan ferman murîd : Sofiyê ku ketiye terîqetê û xwe edayî riya gîhana bo xwedê dike murþîd : Di terîqetekê de yê rêberê herî mezin ku rê nîþanî murîdan dike ku bigihîjin evîna xwedayî. mûsîkajen : Yên ku li aletên muzîkê dixin. Yên ku karê wan muzîk e navdarî : Xwedan navûdengî; meþhûrî padîþah : Dewra berê yê xwedîferman û îdara herî bilind ê welatekî; sultan; melîk; þah qesir : Avahiya bilind û mezin a xanedaniyê. quntar : Jiyê nizm ê çiyayekî ku çiya û dest an newal digihê hev du remil : Xeberdayina ji xeybê an ji rêjên pêþ bi saya hin îþaretan remilavêtin : Ji xeybê xeber dayin remildar : Yê ku xeberê ji xeybê dide rûmet : Qîmet û payebilindî. Rustemê Zal : Qehremanekî dîrokî yê mêrxas. Ji bal hemû miletên musulman ve wekî qehreman tê dîtin. Li gorî hin dîroknasan bi eslê xwe Kurd e. saqî : Yê/ya ku berê di civatên þahî û ahengan de bi surahî û meþreban þerab li civatê belav dikir. Piþt re yê ku av li civatê belav dikir. serwer : Serok û rêber. Lîder Þêl : Rewþ û tawir Þikar : Nêçîra bi tevayî; nêçîr, çiya û daristanên nêçîrê vejîn : Ji nuh ve jiyan. xwazgînî : Kesên ku diçin ji merivekî xwe re keçekê bi mebesta jinatî û bûkatiyê ji bav an mezinê wê dixwazin zenkirin : Texmîn kirin |