PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Şemo me helal bike û wesîyeta xwa bivêje.


Bakurê Kurdistanê li herema Serhedê sîh sal berê li bajêrê Gingimê bi navê Şemo kesek jîyaye. Şemo pir kin wek hecucbuye û serê wî jî gelek mezinbuye.

Şemo yê Gingimê gavê tê heyştê salîyê ji ber nexwasîyê dikeve nav cîyan. Cînar û merovên Şemo ji boy helalîyê daxwaza wesîyetê tên mala Şemo

Cînar û merovên Şemo : Şemo em dixwazin tu me helal bike û hewceye tu wesîyeta xwa bike. Û piştê mirina te zarokên te dilên hevdu neyşkêrînin.

Şemo : Heyran ez we nayşkêrînim û wesîyeta xwa di huzura we tevhevêda du wesîyetên xwa dibêjim.

Şemo wesîyeta mina yek : Piştê mirina min mezinê mala min kurê min ê mezine, mal û milkên emanetê wîye
. . .

Şemo wesîyeta mina duduya : Gava ez mirim serê min jêkin û çil roj li ber pira Abdurehman Paşa darda bikin.

Cînar û merovên Şemo : Heyran Şemo ev çi daxwaze ma hişê te li serê teye ?

Şemo : Ê hun nizanin ez heyştê sal ji ber bejna xwaya kin û hecuc çiqas qehîrîmim. Qe ne hun piştê mirina min serê min jêkin laşê minê kin û hecuc veşêrin û serê min li ber pira Abdurehman Paşa darda bikin... Ewê kîjan rêwîyê xerîb gava diser pirêda pirêda derbas bu, bira li serê min mizekin û bibêjin erik ev merova di saxîya xwada çi babaît buye. ? ? ?


31. 10. 2004

Ali Cahit Kiraç