ŞEVBIHÖRKA PERÎWERÎ Min dîlan û govendik dît perìwerî Reqs ù livên van perîyan şevperwerî Mestane bûn xort û nasî di reqsê di Di tara dîlanê di mam wek bê hisan ser bê serî Ez rûniştim li cîhekî tenha û reş Kesên li wir ji min pêvi hemû serxweş Li ser her maseyê hebûn şûşeyên baderêjan Bi dengê muzîkê ri dibû dansa qerdendirêjan Adet bû ku merev deynê şûşeyek mey li dest xwe Ez ji hindamê rabûm cûm nêzî meyfiroşê Min rica kir jê yek şûşe mey bi camê bifroşê Can û canan, mey di caman, dest bi destan binoşê Texsîrnekir meyfiroşê digot baş i ezbenî Cam dida ber devê wê kanîya wek lehî Fermo di kir wê şakîyê camek ji ava hayatê Gulavdûn bûyi mestane di hikmê dansa şematê 06. 11. 2004 - Swêd Felemez Akad |