Gelo bahek giran Mella avitiye nav bostan, an jî bîhna xîyar Mella kiþandiye nav bostan ! . . . ? Rojek danê sibê buye mellakî di ber bostanekîda derbas dibe. Û bîna xîyaran mella dikiþîne nab bostan. Mella dikeve nav bostan dest bi çinîna xîyaran dike, û bi lez dike nav turê xwa. Xudîyê bostan di ser dizîya Mella da tê. Bala xwa dide Mella û ecêp dimîne. Xudîyê bostan sebir nake, deng li Mella dike û lê rexnan dibarîne. Xudîyê bostan : Mella ew çiye tu dike ?. Hewce nine tu dizî bike. Ne em zikata xwa didin te. Cil, pot, pez û dewarê te ê xelkêne. Tu her roj di gundê meda li gundîyan nesîhata dike. Qaþo te digot, malê kesan li kesek din herame. Mella min te di vî helêda bititîbuya. Mella û vî karê bike ewê xelk çi bike. Mella : Te þaþ fehm kiriye ez dizî nakim. Bahkî wek tofan min anî avit nav bostanê te. Xudîyê bostan : Mella ez gava ketim nav bostan te dest avit xîyar û teyê xîyarê biçînîbuya, min deng li te kir, tu sikînî. Way hîna destê li koka xîyarêye û tu qêmîþ nabuku koka xîyarê berde. Mella : De hero lo ez çima xîyarê biçinim. Ditirsim disa bah were. Ji ber vî yekê min pê koka xîyarê girtiye. Xudîyê bostan : Temam Mella ez qebul dikim, eyleyse ewê di nav turê teda çiye ? Tu dikarê hesabê turê xwa bide. Mella : Birayê hêja welleh ez sivêda difikirim ku ev xîyarana çer ketinin nav turê min, ezjî li vî tiþtê matmaî mamim. 10. 11. 2004 |