Çêyî û nankorî Rojek ji rojan îxtîyarekî rusîpîkî bi rêva diçe, li kêleka rê zarokekî dibîne. Îxtîyar bala xwa dide ev zarok pir nazik û xwaþike, lêku kore. Gunêh evî îytîyarî gelekî bi vî zarokê hat. Û îxtîyar, destê xwa vekir ji xwadê daxwaz kir û wuha got. Îxtîyar : Ey xweda te ev zarokê wuha xwaþik û nazik dayîye, lê ku bê ronahîya çave. Ey xuda tu ronahîya çav bide vî zarokê nazik û xwaþik. Xwadê yê dilovan li wîr, daxwaza vî îxtîyarê bi cîh anî û ronahîya çav da evî zarokê. Lê gava evî zarokê çavê xwa vekir û dunya dît. Zarok destê xwa avit erdê, keviran hilgit li îxtîyar barand. De binêrin evî zarekê ji vî îxtîyarêra çi gotin got. Zarok : Kalê pîs û kotî, ew tubu, te hatanê niha cavên min kor kiriye ? Îxtîyarê rusipî matmaî ( þaþ ) dimîne û ji xwadêra çi dibêje ? Îxtîyar : Ey xuda ma min baþî kir, yan ne baþî kir ?... 28. 11. 2004 |