Heyv Du evîndar di þevekî hiþkesayî de milê wan di milê hev de di meþîn. Roniya heyvê rengekî afsunî bi ser erdê dixist. Herdu dildar gihiþtine ser pirekê, li wir rawestan û ji xwere li heyvê meyzandin. Keçikê berê xwe da heyvê û ji lawik pirsî: -"Eva hanê çiye?" Lawik bi dengekî evîndarî û zelal, hinkî jî dirêj kir û got: -"Ew tuyî, tu li asîman di teyisê, roniyê didê cîhanê" Kêçik ji kêfa di firî, evîna wê duqat zêdetir bu. Dem derbas bu, Herdu evîndar zewicîn, yek balgeh hevpar kirin. Rojekê dîsan ketne milê hev û ji xwere derketne gerê. Dîsan li ser wê pirê rawestan û li heyvê meyzandin. Jinê dîsan pirsî: -"Eva hanê çiye?" Zilam bi hêrsbun bersiv da û got: -"Heyve ma tu nabînê tu korî qey" |