Velat![]() Velat Velat, ser te şere îro ku paqij bî li namehrem Ku kanyê nav çiyayê te du rûbarê şirîne te Li ser xobin Tu şîrînî Velatê min Tu bu min jîn û hêlînî Hejêkirna te daxaze Hejêkirna te îmane Çiku hubba velatî jî li îmane Tu dermanê birîna bê velatanî Tu axî, axa êmîşê dilê axî Reh û rîşê mi nav axa tede gum bû Nizanim kengîve şîrê te mêvanim Meger maqebli dîrokê de ostûrê de peydabe Heta Roja cehan çêbû tu dayîk bûy û ez zarûkê ber sîngê te bûm dayê Nihu çibkim ku dunyayê piçûkê bê goneh şîr kir Li paxla vê diyê dûr kir, li ser rêkên nexweş Bîr kir,Velatê min eger zarûkê te Pîr bûn Çi xem nînin,Çiko Tu ba vicûda Zulm û tarîtiya şeva Yelda Bi ser berzî li ser pêyê Xwe vestayî neçevyayî Nerevyayî neqetyayî Eger çi tu bizindanî Xerîbim ez Ji axa te Dikim sorme li çavê xwe bi kilçîvê Ku roşen bit du çavê min bi axa vî velatê min Û Seyid ser biket şeiran û nezma nû muhyyake Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |