Hey Dîrok Di pêkajotina teda, Pêlavek,niqutek Xwîn bi serda girîyabü. Di nav axêda di nav Bêna sînorê çîyanda, darek rü þewîtî,ji binva jîyan li ser bejna wê dibrüsî. Li nav bêna sînoran, Þivanek ü gavanek,li Hevdü civîyabün,ü Gilî ü gazicê xwe bi Ewr ü ezmanan dikirin. Ji awzê bilüra wan ezman Bi ser xwezayaêda digrîya. Tîrêjê gîyanê sipî,li Rojhilatê digerîyan. Lê tîrkevana dev bi Xwîn rengê xwe bi serda Pijiqand. Di nav bêna wêl wêlkanda Ü hawaranda,dengê bêzar Dihatin xwarê. Ne dihatin xwendin,ü Pêþe roj,ü paþe roja Wan dinalîya.ü di Bîrak kürda lalbibün. Melül melül dengek Bi dizî ji nava solavan, Bi ser axêda dilorîya. Tevî ku Jîyan bi fîncanek Qehwe ü bi qelünekê,bi Ser xweda mijülbübü, mestbü bi dengê solavan. helbest dinivîsîn stiran dixwendin,ü ji sawêrê xwe fidîdikir. Tevî ku xewn serxweþbibün. Ü hêvî di derîyaya evîna wêda Qirik ziwabün. Kî bü ew ............... Pêlava kêbü ew............. Dîrokê di nav parsîyê Xweda qurmiçandibü. Armanca wê di zindananda Westîyabü. Cîma rüyê narvîn te, bi frçeya reþ rengdane. Çima jîyan ji ber xuþkateva Fidîdike.ü tu hîn bi çîrokan Xwe dixapînî. 25.2.2002 Hejarê Kurd ( Hejar Elî ) |