ZIRAVÊ Hejarê kurd Dibînim bejnek Zirav ü dirêj Rengînbü ji Ezman xwe berda Erdê. Por berdaye Li ser milan Bayê ciwan Lê dixîne ew Por li dora dev Ü lêvan ü birh ü Çav sema digre Ü digerîne. Bejnek narîne Ü delale, hêdî Hêdî diçe ü li badikeve rast diçe li çep vedigere , xuyaye ku mest büye lê rüye xweyê bêzar ü þîrîne. Bi ramane , Bi kul ü birîne, Bi janek küre, lê pir küre. Ew jan ji cîkî Kür derdikeve, Nîþandide,bi sire, Bi soze,bi armance, Xuyaye ku ew armanc Ji çîyakî ,bilintire, Ji deryayekê mestire, ji asîman ferehtire. Çbikim Ziravê, Lewendê,serxweþê, Mestê,narvîna te hewe, Ku te peyalak, Ji Evîna kurmancî Li ser lêvê xwe danî Ü bi ser dilê xwe da Noþand. Ew bü delîl yê dilê Min ,ü bü ronîya Çavê min ü bü Narvîna girêdayî. Ku ez xwe di deryaya Evîna teda neþom, wê kî girêkan, serfîraz bike, Ziravê ? 14.11.2001 Hejarê Kurd ( Hejar Elî ) |