JAN Jana giran di dildaye di kezeb ü cîgerêdaye büye bend ü pigirîye ü kombüye xwe lê dixîne Jan dide lê dernakeve. ew jan ji birîna reþ tê Birîna jn girtî .ü diþewîte ü tîrêjên þewata wê awêtin koka Dilê min çiqasî dijware jana wê ew jan di dilê minda büye Gir!.wekî girê þêrekî ku di Rekeha xwe hilnayê . Xwe lêdixwîne ü giran hiltîne dide ser hev dirêse ü badide , wekî Dayika dilovan,ku çawa piþta xwe dide dîwarekî ü Teþîya kul ü derdan dirêse ü badide ,ü dibera lorîkên xweyî Dilovanî dibêje. wa lorîkên Dayîka min çi xweþin zelalin ü wekî Ava ku ji serê çîyayê Araratê xwe berdide ser deþt ü Zozanên Reben ü hejar... çi lorîkin xweþin lê bi janin lorîkin çîrokin dîlokin ji hezar salan da tên gotin Bibün Dîrok ü çand ü pêma Ji dema Zeredeþtê kal ü ta îro tên gotin dibine sitran ü bi Kurdî dixwemilîn . gava ew lorîkan dibhîzim tê bîra min Mastê sipî ü Þorên civatan ên tazî . çi dilê min li ser wê demê jan dide ü diþewîte ü dümana þewata wê di nav dil ü kezeba minda dimîne ü dibe hêsîrê bê Dadgehkirî ü destê xwe li ber Azadîyê vedigre.! 15.3.1998 Hejarê Kurd ( Hejar Elî ) |