MIN DIXWEST BI KURDÎ HEZBIKIRA Min dit keçek bejin zirav ü lewend ü şox ü şepal . Ew weke xwezayeke deyşt ü zozanabü ,anjî weke Sawêrekêbü ü min çiqas lê dinerî werqasî dilê min Jêra vedibü ü ez pê da dihatim girêdan ü min ji Sêrkirina wê têrnedixwar ew keça delalî bala min dikşand ü ez dixistim sawêra helbestan ü gava min lê dinerî li ser rüyê wê helbesten Evidarî min dixwendin ü bejna wê awazên jîyana buhuştê sazdikiribün ü min ji guhdarkirina wê têrnedixwar ew porê wê wekî kerasê bejna çîyabü liser sîngê wê di nav bêna herdü çîyanda newalek kür ü dirêj ü bi sirbü ü helbestên min bi xweva girêdabün ü Evîna minjî bibü hêsîrê çavên wê lê ez nepoşmanbüm çi bi şewşenbü Evîna wê ü min dixwest ez wê bibînim ü îfada xwe jêra bidim lê min nikarîbü ew bidîta lê min namak jêra kire rê üşand .Mexabin wê nizanî bi kurdî bixwenda ku karibîya dîyarîya min bixwenda. lê wê xwest ew nama min jêra şandî wergeranda da ku karibîya tê bighîşta. lê mexabin wê nikarîbü ji ber zimanê kurdî qedexebü .wêjî namakji bo min kire rê ü şand lê mexabin minjî bi zimanê wê nivîsî nizanîbü. Ji ber wê bi kurdî nizanîbü ü minjî bi zimanêyî Bîyanî nizanîbü .mexabin ew hesret dilê minda ma Ew hesreta ku min dixwest bi kurdî ji wêra bigota Ez ji te hezdikim ü tu Evîna minî ü her wihajî me karibîya bizimanê kurdî çîrokê Evînî ji hevdüra bigotana ü biristana ü badana lê hün tü carî nikarin bipîvin ku li ber dilê min çiqasî girane ku min nikarîbü Evîna xwe jêra aşkere bikira bira bimrê sitemkarî ku zimanê me qedexekirin ü Evîna dilê me parçekirin . 4.3.2002 Hejarê Kurd ( Hejar Elî ) |