Çima tu dixwazî ? Çima tu dixwazî, xwe berdî binê þûþan,û hindirê peyalan ji meya gîyanî binoþî Çima tu dixwazî Gazincê xwe bi þevbuhêrkan bikî û li ser kursî û masan rûnî û lingê wan li ser erdê hiþkbikî.û gîyanê xwe serbest bi ser dil û canê buhiþtê da berdî, û canê xwe bi bayê perê firiþtan hênik bikî Çima tu dixwazî firça rengvanan perîþanbikî, û ew wêneyên ku di dilan da qedexebûyî li ser rûçikê dîwaran bineqiþînî Çima tu dixwazî þoran tazî bikî û li ser têlê tembûrê bi awazên dengê xuþe xuþa ku di nav dirêjîya salan da lalbûyî saz bikî Çima tu dixwazî lûnge lûga dengê zengilê kinîsan û hawara dengê mizgeftan li ser bawerîyên me bineqþînî Çima tu dixwazî berdika dilan a ku baskê wê ji kestî, û bi pênc gulan birindarbûyî, û axîn û nalîna wê di nav dîwarên zîndanan da qedexekirî, wênakê jêra serbest di nava rojhilata navîn da çêkî çima ne xwazim . 01. 11. 2004 Hejarê Kurd ( Hejar Elî ) |