Kelo Ji Kuçikda Dest Pê Kir ... ! Demaku Osmanlî dagirkerê Kurdistanê bu. Devleta Osmanlî heft salan leþgerî bi Kurdan didan kirin. Du kurdên bi navê Kelo û Cano kesên ji gundekî bune, van kesana dema leþgerîya Osmanliyan kirine li cem hevbunin. Kelo ji eskerîya Osmanliyan fîrar kiri bu. Kesêku ji eskerîya Osmanliyan fîrar dikirin ji alîyên Osmanliyanda bi cezayên curbecur dahatin cezakirin û hinekî wan jî, bi destên Osmanliyan dahatin kuþtin. Osmanlîyan, ji bona demekî kin, efû derxistiye kû, kesên fîrar, gava bizivire û ji Osmanliyanra eskerîyê bike evê ney cezakirin. Gelek kes dizivirin ku, ji Osmanliyanra eskerî bikin. Mixabin Kelo jî dizivire, ji Osmanliyanra eskerî bike. Kelo gava diçe cîyê eskerîyê divînine Cano hîna li þuna xwa ye. Cano malbata xwa mereq dike û ji Kelo pirsan ( sewalan ) dike. Cano : Kekê Kelo tu bi xêr hatiye, ser çavanra hatiye. De bivê li welat çi heye ? çi tuneye ? Înþalah, tuyê ji minra buyerên, bi xêr bibê je. Kelo : Birayê Cano, bi xwadê çi ji te veþêrim... Bêrîya ku ji gund derklevim, sê roj berê kuçikê we mir. Cano : Kekê Kelo, sebep çibu ? Kuçikê me çiman mir ? Kelo : Birayê Cano, hestîkî tuj pekîya qirika Kuçikê we. Û Kuçik ji ber wî hestîyê tuj mir. Cano : Kekê Kelo, hestîyê çibu. Ma beratê çi, li gund hebu. Kelo : Birayê Cano, beratêya tu heywanê tunebu, hestîyê Gayê we bu. Cano : Kekê Kelo, ma Gayê me mirar bu. Kelo : Birayê Cano, sê roj berîya mirina Kuçikê we, Bavê te mir. Gundîya Gayê we þerjê kir û devgora Bavê te dan. Ji berku ji mala we kes nemabu, gundîya hastîyê Gayê we didan Kiçikê we. Ji kortebaxêra, hestîkî tuj pekîya qiraka Kuçikê we û Kuçik mir. Cano : Kekê Kelo, ez þaþ nebim, te got ji mala we kes nema bu ? Te Dayika mina feqîr ji bîra kir. Mala minê, anaha Dayika min tenê maye. Kelo : Birayê Cano, bi xwadêkim, ji te çi veþêrim. Dayika tejî heftekî berîya Bavê te mir. Cano : Kekê Kelo, çima tu nabê je, mala we þewitîye ... ? Kelo : Birayê Cano, bi xwadê kim, hetanê ez ji gund derketim û gund bi minva dixuya jî, mala we neþewitî bu. Le ez ji gund gelekî dur ketibum û îdî gund bi minva nedixuya. Min demek li paþ xwa mizekir, çi bivînim, dukî ecêp li ser gund ketibu. Ji berku ez pîyatîbum giran, giran dimeþîyam. Demek þunda, kesên ji gundê me, bi sarî hatin ku, biçin bejêr. Min pir mereq kir û min xwast ez hînbim, kuderê þewitî bu. Û min ji wan pirs kir. Wan ji minra got, mala Canoyê sêwî þewitî. De binêre Cano, min li çoga xwa xist û got, mala minê, mala minê, mala hevalê min þewitîye. Kelo, ji Kuçikda dest pê kir, hetanê þewata malê ji hevalê xwara got . . . ! 08. 01. 2005 |