Buka xerîb . . . ! Hebuye tunebuye qîzek hebuye. Ev qîzik xêj gundê xwa neçuye gundekî din û tu derê xerîb nadîye. Roj di ser rojanda derbas buye, ev rojana buye meh û sal, qîzik ezeb buye. Ji gundek nîzik, xwazgînîyê qîzikê hatiye, bavê qîzikê, qîza xwa dayê mêr. Malbavê qîzêkê, roja dîlana qîzikê kifþ kirinin, berbu û xwazgînîyê qîzikê hatinin, rojek li mala bavê qîzikê manin, þevek li wir dîlan û þahî kirinin, piþtê rojek din, buka xwa, bi kêfxwaþî, birinin gundê xwa. Þeva li mala zavê, buk û zava, divin jin û mêr, berîya wî demê buk di pencerêda, kur û kur difikire, dayika xwa û gundê xwa tîne bîra xwa. Di wî demêda, buk serê xwa radike li izman mize dike, wî demê Hîve divîne û matmaî ( þaþ ) dimîne. De mizekin buk ji qîz û bukên gundê xway nura çi dibêje. Buk : Gelê qîz û bukan mizekin, Hîva gundê mala Bavê min hatiya vir. 12. 01. 2005 |