Kurmanc û hikmeta Xudê Kurmanc û hikmeta Xudê Xanî tu bizane paþi qernan Xanî li me bûne kuncê derdan Em ketne bi renc û mihnetek pir Mala me dibû konek li maran Xem bûn li dilê me aþiyane Dexlên me birin bi oþr û talan Cem bûn li me derd û jan tebayî Asayiþ û emniyet me badan Dil kirne kela birîn û derda Avek li herîmê me diverdan Gul bûteyê me dikirne mexmûr Rîþa dilê wan visa qelandin Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ pir bû dilê min li rêka pir xûn Xûna dilê Xanî kirme Mecnûn Mala me li hingî ra xirabû Gava ku bekir li naw me rabûn Xanî felekê cihan deyiþ kir Nezma ku te dî bû ev nemabûn Dinya bi kemalê xudnema bû Kurdan li serî kilav nemabûn Zerrat etum li hev cuda bûn Ekrad bi çespê hankî ma bûn Dayim beþere bi kehkeþanan Xwe kirne bin asiman de kanûn Danîne li vanderan bibînok ta bigrite bin nezer hemû þûn Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Ca xeîri ewane ku mi gotin Ilm û hunerin ku me firotin Xev man li cehan bi gavekî dûr Lev merdumi ra ne ba esasin Ma çend te gote me nerazên Razan bi me ra gelik heramin Dayîne bi destê þerqnasan Cama vê cehannima bi zanîn Madam li me bibin miheqiq Tama devê milletî binasin Gava ku bi mekr û hîlebazî Hatin ku veten me ra reha kin Mala me biken bi roþenayî Destê me li aqilî qetandin Ev bûne bi derzî û xeyatek Pîwan û birîn li her çi xastin Kirne be meda cilên dilê xwe Jehra mirinê kirne qurê min Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Me eql firotibû þeva tar Gurgî li me girtibû miya par Pê xarin û mast û do nemabû Mabûne li ser vê tendûra sar Lerzîn û girînê em girêdan Cergê me bibû gelek birîndar Tirsa me li gurgekî miriv xar Em bûne biebdê xwe giriftar Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Xanî tu li destê mîri þakî Helbestê te mîri ra xerîdar Þahenþehê goft û gû bi ayîn Pirtûkê te kurd ra bi guhdar Þeirên te bi ezberin cewana Malek nine têde ev neçin kar Mîrî tu eqil û hizr û bîran Ferman li te dil diket li dadar Gevher li guhên velat diçînin Dayim mem û zîn bi iþqi dildar Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Emma bi nezaniya ciwana Carane ku dil bibe hevada Berdet hedefa velatê dil xwîn Rûnit bi kinarê mahirû da Keîf û henekên du roje xweþ bit Bayî feleka mezin bi ba da Rabûn û rûniþtinek sivik ser Þayiste nebû cewanê kurda Gencên me biçîne kafîþapan Ta vexti bi çetkê ken qefes da Bengî û xumar û mest û bed hal Xalî ser û mesxerên ibada Mecbûri li dîweran biçit xar Desteng û feqîr û bend der pa Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Hala ku cewanê me xemîrin Hebsa hevesa heva esîrin Lazim dike bayekî milayim Miwanê hiþan û aqilan bin Gazî bike genc û lavikên xwe Ta hafizê gencê vî velat bin Tazaminê mayina gelî bin Ta keydê mokeyedan þikînin Ta neqþeyê dijminan bidin ba Gel derd û birînê vê reha kin Kîbord û miþik bigufti gûne Ta lav û kicên me dil birînin Bu xastekê zor biçok û nezdîk Firmêski li her du çav bibarin Vexta ku cewan hedef biçûk bû Em dê kuderê veten bibînin Saza dilê saziwan bireqsin Daxa dilê Ehmedan bizanin Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Ehmed, gelekin jane serê me Destê xwe nedanê ser dilê me Tirsa li xulam û butperstan Koþtin du bira li dîdeyê me Em kirne bi kor û gêj û sevda Bizmik bi keser kirne devê me Ta em li çi derdê xwe nebêjin Her çende elem kula dilê me Ta em çi li malê xwe nezanin Bê eql û nezan û fem kirin em Serxweþ bi bilindiya birûcan Rakirne kilav li ser serê me Agah nebûn li roj û þev ra Tûfanê xira kirin pirê me Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Hakim bi eqil diken hikûmet Hikmet eve aqilan bi þevket Danên bi bijartinek hisabî Mîrek ku bi intixabê ser ket Bînin bi velatê xwe bikin ser Ta millet û gel re rabe xizmet Ferhengî û þaêran hevînit Ilm û edeba me ber belaket Ala qelema me ihtizaz ke Nûsîn û xetên me ev rewa ket Fikra serê fakiran bixûnit Mevca ku bi vî li parliman ket Cemket li gelê xwe fikr û ara Asan bi terîqeka intinit ket Bînî te bisenjiþê me eqþar Bînanî velatê moiteber ket Gava ku pirin vesîlê rebtê Bê rebte heger xwe bê xeber ket Ca þah dibit bi irtibat bit Ta derd û dilên gelî bi guh ket Da renci bidil nemîne Xanî Teyrên nehezî li banî Fir det Bên xanyê xema bilez xirakin Rabin li guzeþta xwe bi nifret Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Çen sale ku Xani xani berda Hêþta me xewa þirîn neberda Dinya kete qernê bîst û yêkan Mîrê me diman bi rojê xew da Zarûkê me pev re mane birsî Ketne li deran kulan û derda Mecbûr li ber kutek vi nanî Bûn berde û zincîrî dinê da Keyfin bi sitandina hiqûqa Dayim du gohin bicistcûda Emma çi biken bi vî zikê jar Gava ku bibîne derd û renca Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Xanî tu dibînî wan birîna Birsîtiyê zariyên me kurda Cara ku zikî dikin tejî nan Paþan bi imaretek dibin þa Dil xweþ bi vê lîstukê dimînin Axa vetenî bixwe didin ba Em kengê bikaribin þiyar bin Gawa ku bi melebin dinê da Rabin li xewê gelo de rabin Çendîne ku man xewa giran da Zilzalê zemîn bi lerze anî Þahê te bi ah û qîrê girya Eyvay tu derdê xwe nizanî Bêçareyî mezherî þibaka Maþkanêyelavo tu neleyze Hiþyari bi keydê dijminan be Rabin li xewê cehan bibînin Berqa qelema rewane ferda Bal zaneyê pir cewan bibînin Ta dehrê kilîl bi destê wan da Em jî beþerin vekî hemûyan Mala me çira çira nepeyda Salane ku ramiyarin emma Gul baxê dilê xwe baþ neavda Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Ey pîr û cewan û merdê dana Destên xwe bi helqe ken li hev ra Birca felekî bikin nizare Zû rabe tu xweþ li bamidada Bejna xwe kirasê xwe tu bidrû Derzî nede destê wan xiraba Dinya bi çihar nikare rewþen Îþên xwe nehêle wan þewan ra Ferhadeke kûh ken be îro Bivrê te li Bîsitûn nemehya Þîrînê ku xwe li çav eser kir Destên te bi pora arezû ma Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Bikrin li seranê hazirên xwe Bezma du serî velatê kurde Bînin û bi mifteyek firoþin Ta kes duduya bixwe nebîne Em mest û xumarê her du þêra Cengîne bi saliha Sedem re Nakin bi guhê xwe hîç soxenkê Çonku bi cihadê bûne ser xwe Çekdar li wan duyan hizarin Nabe ku bi derdê gel bizan be Aya dê bikin bi qevlê Xanî ? Xanî li me ra nekin kelave Resmên xelete þevê tevakin Nezma hesene xebatê dane Seyid bi qedîm de her visane Þayed bibe Rojek ne visa be Ez mame di hikmeta xudê da Kurmanc di devleta dinê da ¤¤¤ Bajêrê Senendec, 07. 01. 2005 Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |