PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bi nîþana emegdarî û rêz girtin ji mezinahiya mirovekê




Bûka Baranê, (kolke zêrîne) bernama edebî û huneriy heftiyane a Radiyo a dengê Kurdistana Îranê, bernama roja çarþembî 18ê Gulana sala 1381e Rojî (8.5.2002) a xwe bo bîranîn û rêz girtin ji kisayetiyê mezine Kurd Mamosta meseûd Muhemmedê nemir mizext kiri bû. Ev jî bi pêk anîna hevpeyvîn û wergirtina bîr û raya sê kisayetî ên nasyare Kurdistanê ku her hemîyan têkeliyekî çend saliye germ tevî wî nemrî hebûn. Ev sê kisayetiyane ev hêjayane bûn: Mamosta Ebdulla Hesenzade, Dr. Kemal Mezher û pirofisor Ewdirehmanê Hacî Marif.

Ji bextê min demekê da bi ser belav bûna wê bernamê da ketim ku evrazî û rê a çîran çepe û gevrya bilindiyeke hemberî "Koyê" a bajarê mamosta Meseûd Muhemmedê nemir di nava xilwet û bê dengî û mezinahiya xasmanî bi çiya, di piþtî nîveroyek hênike tijî ji bêhna gulên hovî re di bihorî.

Lê eve her ev keþ û hewayê romantîk û dil revîne nîveka meha Gulana wê bihara bê "çeþît" (hempa) a biniya "bawecî" a bajarê Babe Hacî nebû ku kakila "Buka Baranê" (kolke zêrîne) a wê carê li bal min þirîn û xweþtevî kiribûn. Bername bixwe bo her kesekê ku wek min bi hûrî û bi dil û can guhdarî kiriba, þirîn û tijî ji ders û þîret û xalên balkêþ bû. Lêreda wek mînek iþare bi hinek ji wan xalan dikim:

Mamosta Meseûd di ber hêjayî, zanayî, egîdî, welatparêzî û rol û xizmeta berçave wî di meydana çandî û hizrî da, ne tenê bo gelê Kurd li Kurdistana Îraqê belku bo Erebên wî welatî jî cihê þanaziyê bû. Lê her di wê bernamê da guhê me lê bû Dr. Kemal Mezher got: "Mamosta Meseûd Muhemmed çend cara gotiye min seh dikim di nava Ereban da zêdetir qedrê min digirin hetanî nava netewê xwe da." Her di wê bernamê da jî bû ku mamosta Ebdulla Hesenzade Got: Deng vedana wexera dawî a wî zana û welat parêzê mezin di çapemenî û ragehandinên Kurdistana Îraqê da, di qasê kesayetî a wî da nebû û hîn û xizmetên wî bi terzê pêdvî piþtî mirina wî neketine ber basê, lome û gazindeyekî bi cih ku rojnama "Kurdistanî Nwê" jî di gotarekî roja 9.5.2002 ye xwe da dubare kiri bû. Bi wî halî jî dibînin radiyoyek ku dengê xebat û têkoþîna gelê Kurd di piþkekî dinêye Kurdistanê ye sikirtêrê giþtiyê Partiyekî Kurdistana Îranê bi wezîfa ser milê xwe dizanin ku bername û rê û resmekî xasmanî bi bîr anîn û rêz girtina mirovekî viha mezin pêk bînin.

Nasyariya rêberên Parta Demukrat tevî mamosta Meseûd Muhemmed dizivirîte bo pêspêka deheya hevtê a zayînî, dema ku Koma zaniyarî a Kurd bi serokatiya mamosta Meseûd Muhemmed milê xwe bo xizmet kirin bi ziman û edebiyata Kurdî hilda bû û akincî bûna hijmarek nivîskar, hozanvan, wergêr û Kurdizanên siyasî û xebatkarên Kurdên Îranî li Bexdayê bi fer (keys) zanî bû bo rakêþana hevkarî a wan tevî Koma Zanyarî a Kurd. Koma zanyarî deskevtekî zanistî û çandî a xebata gelê Kurd di wê piþka Kurdistanê da bû. Rêveberê wê saziyê diþiyan hemû tiþtekê bikine qorixkiryê xwe û her bi xwe bin û bes. Lê wan ji wê keys û mecala nû û ji imkanên wê dezgehê bo xizmet kirin bi giþt Kurdan û bo rakêþana hevkarî a her kurdekê ku xizmet kirina çandî ji dest bihêt, bê balkêþan bi hinek ji tûxîban mifah wergirtin . Wan bi wan pêngavên xwe her tenê keys bo tevîhev bûnê û hevkarî a çandî di nava þareza û rewþenbîrên du piþkên Kurdistanê pêk ne anîn, belku kewirê xîmê dostîniyekî dirêj heyam di navbera pêþeng û bijartî ên wan du piþkên Kurdistanê danîne. Dema ku mamosta Ebdulla Hesenzade li zimanê mamosta Meseûd Muhemmed ve divegêrîne: "Eva ku xelkê Koyê tevî xebatkarên Parta Demukrat gelek baþ bin, tiþtekî hinde ecêb (heyidî) nine, jiberku hun bo xwe baþin û we tevî melayîketan cudahiyekî wisan nine," an dema ku Dr. Kemal Mezher birîna kevin bi êþ û jan tête bîra wî û bi çavê tijî rundik û bi îskave digêrîte ve: "Mamosta Meseûd bi mirina dayîka xwe negiriya, lê sipêdehiyekî zû ku telefon bo mala me kir, digiriya.

Ez û ehla (xêzana min) ecêbmayî û heyrîn. Min jê re got mamosta çi bûye" Got kemal! Bed bext bûn! (li me qewimiye) Qasimlo hate kuþtin. Herwisan dema pirofisor Ewdirehmanê Hacî Marif dibêje: "Wale" (Walintîn a hevjîna min) hekî mêvanekî Rûsî an kesekî din ên biyanî tên, dibêje "here wan Kurdên Îranê nîþana wan dide bila bizanin Kurd çi ji Ewropiyan kêmtir ninin". Ev gotinane bo her endamekî Hizba Demukrat û bo her Kurdekî Îranî gelek xweþ û cihê þanaziyê ne. Lê di her wî demî da jî wezîfeyekî giring di êxîte ser milên me, ev jî berçav girtin û parastina wan rewiþt û tîtal û xasmaniyane ku Hizba Demukrat li nik mamosta Meseûd Muhemmed û Dr. Kemal Mezher û Pirofisor Ewdirehman û Walînta û giþ dostan, ser bilind û xweþtevî kiriye.



Qadir Wirya




http://www.kurdistanmedia.com