Serokê Netewî Mistefa Barzanî yê Nemir Di Dilê Meda Dijî. - Serok Mistefa Berzanî, 14 Adarê di sala 1903 da ji dayika xwa bu. Ev kesê ji netewa Kurd cara yekemîn neh mehî bu, keti bu zîndana tarî û cara dudyemîn disa di 1905’da bi destên dagirkerê Kurdistanê li Amedê keti bu zindanê. Diyarê þarbuna hîsên netewî di zarokatîya malbata Barzanîyan da dest pê dike. Malbata Þoreþgerên Kurd ji bo azadî, rizgarî û serfîrazî yê di kolanên reþ û tarî de, di rewþên zor û bi xeter de, bê tirs û xofî tekoþînê dîyar kirin. Serokê nemir, bavê netewa Kurd Mistefa Barzanî di 1. 3. 1979 da çu ser dilovanîya xwa. Lê ku ew herdem di dilê gelê Kurda dijî. Taziya Barzani Ye Ne Mir 1979Yarê bixun e sitranê dîlanê. Dilê min birîn e lê dilovanê. Min dil da te bejn zirava halanê. Hey endam bi vejînî wer e xoybun. Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê. Boy te dilê min jan da birîndarê. Li warê me derman gulê baharê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Mezra botan warê mîr û mîrekê. Mem got, em nevin çîroka dîrokê. Tarîya zîndan ronîk e jîrekê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Kanê mezra botan xwazil bi berê. Mem çubu warê Zîna evîndarê. Fesadê wan bu sebebê kederê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê. Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê. Xezal xun berda ser bejn û fîstanê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Zarok roda çu ji ber þîpa avê. Hilanîy e dengê þîna dêw bavê. Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Neyar hat boy qirkirina Dêsimê. Hovîtî kirin li Muþ û Amedê. Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê. Hey endam bi vejînî ver e xoybun. Boy Kurdistan li ber gule baranê . Hunandîy e vejînî û xoybunê. Boy Partî Demokrat´a Kurdistanê. Hey endam bi vejînî wer e xoybun. Dema nivisandina helbestê : 25. 11. 2002 Alî Cahît Kiraçalicahitkirac@yahoo.demirezdin@hotmail.comhttp://www.pdk-xoybun.comhttp://www.xoybun.com |