PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Du hevalên keçel !


Du hevalên keçel !


Du kesên keçel hebun herdujî hevalê hevbun. Vana dema li cem hevbun demek dirêj ji boy serên xwa li hekim û doxtoran digerîyan, mixabin tu çare ji keçewlîya xwara nedîtin. Demek dirêz wekê deh, panzdeh salan ji hev dur ketin. Lê rojek ji rojan ev herdu heval li nava bajêrekî rastê hev hatin. Navê hevalê yek, Celo' ye, navê ê dinjî Xelo' ye.

Celo, Xelo dibîne û dilehay ( şaş dımîne ) difikire ev Xelo' ye yan na. Bala xwa didê erê Xelo yê. Lê li serê Xelo porek gelek û ecêp hêşîn buye. Û dixwaze hînbe kû, porê Xelo çawan hêşîn buye. Celo ji Xalo pirs dike.

Celo : Hevalê Xelo heyran tu jî wek min keçel bû, ma te çi kir, porê te aha guj hêşîn bu ye ?

Xelo besîva Celo dide.
Xelo : Hevalê Celo ez dema ji te qetîym, zewicîm û min şev û roj serê xwayê keçel li nav şeqa jinê dida, demek şunda por li serê min hêşîn bu.

Celo : Mala van vir û direwên te kirin. Her ev tiştê tu dibêje rast ba û ne direwba, aniha muyê zimanê min bi erdêva bi xirxirîyana ( ango bikişîya ).


03. 04. 2005

Ali Cahit Kiraç