TÊKOÞÎNA LI HEMBER DEWLATA KEMALIST U ZALIM PARASTINA MAFAN BI GORA OLA ISLAMÊ Mella Emîn'ê Êlih î Cawe di gelek nivîsaran de hate diyarkirin ku hedef û armanca hemû dînan bi taybetî dînê Islamê rakirina zilm û zordestiyê ye, xebata ji bo pêkanîna vê armancê erka hemû bawermendan e divê ku herkesê misilman û ne misilman hewl û cehdê bike, ji bo rakirina zilmê û sazkirina dadî û edaletê. Bê guman ev tu car bê têkoþîn pêknayê. Ji ber vê ye ku hemû gelên bindest têkoþînan dardixin. Cawa diyarê we ye yek ji wan gelên bindest îro gelê Kurd e. ez dixwazim têkoþîna wan di çerçeva dîn de bidim destê xwe, ji were girîngî û rastiya we tekoþînê bi ayet û hedîsan diyar bikim. Dema ku em lêkolîneke berfireh li ser vê mijarê bikin emê rastê gelek delîl û burhanên olî ( Dînî ) werin ezê ji were cend ayet û hedîsan neqil bikim. 1-´´Ew kesên ku zilm li wan hatibe kirinê û ji bo rakirina wî zilmê têkoþîn bikin û bi serbikevin li ser wan ti webal û ceza nîne.Þura41´´ 2-´´Kî ku erîþ anî ser we hûn jî wisa êrîþ bibin ser wan.´´194 Elbeqere 194 3-´´Ew kesên ku zilm li wan hatiye kirin destûra têkoþîn û cengê ji wan re hatiye dayînê bê guman Xwedê dikare wan bi serxe.´´ El hcc 4-´´Ew kesên ku- ji zordestiyê re serê xwe danîne, xwe kerr kirine û bi vî rengê- lixwe zilm kirine dema melayîket ruhê wan distînin ji wan re wiha dibêjin: hûn di ci rewþê de bûn? Ew dibêjin: em di cîhanê de bê hêz û bê quwwet bûn (me nikarîbû li hember wan zordestan têkoþîn bikira) melayîket ji wan re dibêjin ma qey erdê Xwedê fireh nebû, hûn nikarîbûn bireviyana? (we cima ji zilmê re serî tewand û we wî qebûlkir) ew kesên wiha cîh û êwirga wan cehennem e, ew ciqas cihekî sik û xirabe.´´(Nîsa96) 5-´´Hûn li hember hêza zalim heta ku ew bizîvirin bal emrê Xwedê- Heq û dadiyê- ve þer û cengê bikin.´´ (Hucûrat 9) 6-´´ Kî di parastina malê xwe de were kuþtin ew þehîd e.´´(Ebû Dawût- Tirmizî Riyadussalihîn 332) 7-´´Bê guman dema gel zilma zaliman dîtin, li hember wî ranebin, bi destê wî ne girin û jêre nebêjin bese, dibe ku Xwedê xezeb û xiþmek ji ba xwe bi ser wan de bi þîne.´´ 8- Li bakî li bawermendek zilm û hekaret were kirin, ew jî bikare alîkariya wî bawermendê bike û xwe ji alîkariya wî bide paþ, Xwedê roja qiyametê di huzûra xelqê de wî þermîdar û tawanbar dike.´´(Ahmet bîn Hanbel) 9- Ew civaka ku têda mafê qelsan ji xurtan nayê standin ti car ew nagihîjin felat û xelasiyê. 10- Kî namûsa birayê xwe bi parêze Xwede roja qîyametê wî ji agirê dojê xilas dike( Tirmîzî ) ji van Ayet û hedîsan bi eskere tê fêhmkirin ku kesê mazlûm û bindest wacibe li ser wan ku hêz bikin, kar û xebatên xwe bimeþînin xwe ji bin wî zilm û zordestiyê xilaskin, ew cawa erk û wezîfa wana însaniyê wisa erk û wezfa wana dîniye. Jî dema ku sistayî têxin vî erka xwe, an dev jê berdin, cawa ew li hember mirovatiyê tawanbarin wisa li hember Xwedê, pêxember û dînê Îslamê jî gunehkarin cikû di þerîeta Îslamê de zagon û qanûnên dadiya gelîrî hatine danînê, bi gora wan zagonan hemû mafên miovan hatine kifþekirin û parastinê, divê tu kes dev ji mafên xwe bernedin li hêviya Xwedê û melayîketa nehêlin, bi xwe wan mafan bi destên xwe bixin. Ci kesê ku xwe ji emrê wan de hate diyarkirin Qurana Xwedê li wan gefan dixwe û wê rewþa wan tawanbar dike. Belê bi gora Îsalmê, rakirin zilm û zordestiyê, parastin û destxistina heq û mafan wacib û ferz e, lê divê berê bi rêya sivik dest pê were kirin, di destpêkê de þîret û neþîhet, banga silh û aþîtiyê tê kirin ku guhê xwe nedinê, wê demê cîhad wacib dibe, dest bi cengê tê kirin, hûn tev dizanin ceng û þer cawan têne kirin, bê êrîþ bê lêxistin û xwîn rijandîn ticar þer meþiyane û dimeþin ? ji bo ku kesê arsiz û gunehkar werin rê, dev ji cirm û xetayên xwe berdin. Gelo di dewsa heb û cezayan de nesîhet û þîret kafîne ? Þerîeta Îslamê þîretan tenê qebûl dike ? Wekî wiloye em diz û qatilan hed nekin, li wan hinek þîretan bikin û bes. Ev fikra fikreke þaþ e dijî hedef û armanca dînê Îslamê ye, dijî sazkirina zagona huzûr û âþîtiya gelane, ji ber vî qasê ye ku parastina mal û can û namûs û eql û dîn bûye hedef û armanca þerîetê, di rêya parastina wana da duruste tu her curên hêzan bi emilînî. Cawa ku pêxember jî vê rastiyê di hedîseke xwe de diyar dike:´´Sehabîkî ji pêxember dipirse dibêje; ya qasidê Xwedê tu ci dibêjî eger mirovek xwest ku malê min ji min bigire? Pêxember jêre got; malê xwe nedê. Ewî dîsa got; lê ku wî xwest bi min re þer bike? Pexember got; tu jî pêre þer bike? Ewî dîsa got; lê ku wî min kust? Pêxember got; tu þehîdî. Ewî dîsa got; lê ku min wî kuþt? Pêxember got; ew tilorê nav Cehennemê dibe. (Riyadussalihîn 332) Gelo! pêxemberê Xwedê di vir cima nabêje lava wî bike, þîreta lê bike, bertîla bidê, teslîmê Xwedê ke an nifira lêke û tîþtên weke wan? Ez dixwazin di vir de tiliya xwe bidim ser niqtekî pir girîng ew jî ev e; di rabûna li hember zilm û zordestiyê, di têkoþîna ji bo serxebûn û azadiyê de her curê þer û cengê duruste, bi ci rê ew mexlûb û bindest dibin wê were kirin, ew kesên ku dibêjin xwestina mafan, girtina heq û huqûqan bi taybetî careseriya pirþgirêka Kurdistanê bi gora dîn ne bi þer û cengêye, ne bi kuþtin û xirabkirinêye, ewan Îslamî fêhm ne kiriye, haya wan ji cîhada Îslamî tuneye, haya wan ji têkoþîna Hz. Muhemmed tuneye, haya wan ji cengên sahabiyan tuneye, gelo wana bi qelemê an bi þûr þer dikirin ? Ew kesên wiha, berdevkên dijminin serê wan ji jenga tirs û menfeetperestiyê pûc bûye ew weke munafiqê esra seadetê xwe li her tiþtî didin alî û direvin, bi van gotinên xwe yên cewt heqaretek mezin bi navê Îslamê li dînê Îslamê dikin.her wekî ku îro PKK ji bi navê kurdî heqaretê li kurdan dikn. Ew Îslamiyetiya ku dibêje: ´´Dema kesek bê destûra te li mala te binihêre duruste ku tu cavê wî derxî. ´´Gelo cawa destûra ceng û þerê ji bo destxistina mafên mirovatî û rizgarkirina ax û welatekî weke Kurdistanê nade? Ev bê fehmiye ev dîn nîne dînîtiye. Ew kesên wiha, ku dixwazin Kurdistanê bi fedrason1ê bi Tirk Areb Farisa xilas bikin, sasin ev xîaneteki her mezine. Ji gelê Kurd re xizmetek bikin bi taybetî ji dînê Îslamê re bi xebitin, divê rojek zû li xwe varqilin, fehm û îdraka xwe durust bikin, têkevin nav têkoþîna rizgariya Kurdistanê, lewra ew zilm û zordestiya ku dijmin li Kurdistanê dimeþînin, hel û careseriya wî bi xêr ji têkoþînê nîne divê em wê têkoþînê xurtkin. Bê guman wê xurt be û roj bi roj pêþde here, ew axa ku bi xwînê were avdan wê hê xurttir bibe, di vî de tu þuphe tuneye, heta roja serkeftinê, roja devberdana zaliman ji zilmê, sekinandin tuneye, cawa Xwedê di Quranê de gotiye: ´´Eger dijminê we ji ceng û þer re bêjin bese û bixwazin dawî li þer bînin wê kavê di navbera we û wan wan de tu neyartî namîme- hûnê bi wan re li hev werin ancax bi kesên zali re neyartî dom dike- her ciqas ew þer nexwazin jî- ´´ (Beqere 193) Lewra bi gora Îslamê zalim heya dev ji zalima xwe bernede mafê mezlûmê lê nezîvirîne ticar pêre silh û aþîtî nayê kirinê. |