PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Diz û Mele


Diz û Mele


Pîremêrekî kurd, ku ji min re çêrok digotin, wilo dest bi axiftina xwe kir :
-“Melayek li navçeya me hebû, bi rastî xweshmirov bû, her xêra xelkê dixwast, harîkariya her kesekî dikir, tu çi demê bihata mala wî bi comerdî dikete berdestiya te, her dem rû berken bû û gava te silav lê bikira, wî silavek hêjatir vedida, li ser kêmanî û nebashiyên mirovan ne dipeyivî û gava bidîta, ku tu tishtekî ne bash dibêjî, hîç gotineke hishk li rûyê te, ne jî li pash pishta te, ne digot, lê gava te derewek bikira dêmê wî dihat guhartin û tenê digot : “Ezbenî, rast e raste, lê ne wilo ye.” Bi kurtî mele di xwe da bingehên kesaniyeke dirist û sax û mirovhez pêda kiribûn, lê diyar e mirovên bash di civatê da nayin pejirandin, li melayê me bêbextî hatin kirin, ew ji navçeya me hat bi dûrxistin û careke dî me ew ne dît û ne bihîst, çi bi seriyê wî hat…”

Pîremêrê kurdaxî ev got û kêra xwe derxist û hêdî-hêdî mitên çovekî sindîganê jêkirin û bêdeng bû..
-“Pashê ?!”
-“Pashê .. Xwedê ên rind dibe û ên xirap li shûnê dihêle.. çima wilo ye, ez nizanim.. Melayekî dî hat ciyê wî girt, bi hemî tishtan tersî wî bû.. Ne bi pirsên olî dizanî, ne dengê wî ji azanê re bash bû û ne jî rabûn û rûnishtina wî diket seriyên gundiyan. Te digot ; qey mareke di cilên mirovî de, an jî kesekî ji Xwedê natirse, lê ji bo hinde armancên ne diyar xwe wek melayekî dide xuyakirinê..”
-“Apê kal, te ez bi vî mirovî gêro kirim, ma kesê ji Xwedê bitirse ne wek kesên, ku ji Xwedê natirsin e ?!”
-“Mebesta min ne eve ye. Mirov mirov in, lê gava yek xwe oldar û Xwedaperest bibîne, divê piçekî rêç û shopên baweriyê jî li ser dêm û kesaniya wî hebin.. Ev meriya ne wek melayên din bû, her ez û ez, difinbilind, sermezinkirî, qurre.. Welhasil..

Lê tenê ez ji gotina wî bêtir dilteng dibûm, gava digot :
“Tirs çiye lo ?! Ma mêr ditirsin ?!.. Mêr ji bo sher û cengê ne, ewên tirsok nikanin bibin rêhevalên min, ez di camiya xwe da mêrên wek agirî pêda dikim, kesê ku li pey min were divê ji pola be.. Bila cîhan ji me bitirse û gava we li yekî nêriya bila di bin xwe da bimîze.”

-“Bi Xwedê tuyê ji min re li ser vî melayî bêtir bipeyivî, ew çi kes bû !?…”

-“Ew çi kes bû?! Ew ne tishtek bû, lê axayê gundê me ew di sîngê eywanê de dida rûnishkandin û digotê, ka ji me re bipeyive.. Wî jî digot û digot, tew me ne dizanî li ser çi dipeyive, di Çînê re diketê, di Welwelistanê re derdiket, ji Hemorabî û Zerdesht da dihat ta li ser xwe radiwestî, û carcar jî bi dizîka li Axayê me dinêriya, gava bidîta çavêd wî li xew in, êdî bi dirêjî û firehî li ser mêranî, qehremanî, zanabûn û jîrbûna xwe çêrok digotin, lê gava axa hishyar ba, piçekî nizimtir û kintir li ser xwe çêrok digotin.”

-“Pashê?!”
-“Pashê bûyerek seyr pêda bû, rastîniya mele derket holê..”

Pîremêr wilo got û keniya, ku shikefta defê wî gish hat dîtin.
-“De bêj, bavo! bêj”

-“Sheveke zivistanê bê, ku çav çavan nabînin, dizekî shilf û shitar, bê cil û berg, ket mala gundiyekî, da hinek hûr û mûr ji xwe re bidize. Gundî li wî hishyar bû, deng li kurê xwe kir, ku diz bigirin, da em bibin mala axê, lê kirin ne kirin, dizê tazî ne hat girtin, gava bi wî digirtin, lora ku govdeyê xwe zêtkirî bû, ji nav lepên wan difishtiqî. Diz reviya, lê nema dikare di nav gund re bireve, ji ber ku hîn pir kes li derve hebûn. Wî dev da bi gelî da û di tariyê da winda bû.. Di wê shevê da mele û du gundiyan ji gundekî dî vedigeriyan, ewana çûbûn serlêdana malekê, ku kesekî wan koç kiribû diyarê rehmetê. Bi rê ve, mele, ku di tariyê da ditirsiya, her di orta herdukan da bû, lê dîsa jî weku li eywana axê dipeyivî, li ser wêrekiya xwe fort dikirin, û ji ber ku ew xelkê serxetê bû, kesekî ji gundiyan rastejiyana wî bash ne dizanî, ji wan re li ser pevçûnên bi cendirme û leshkerên Turkan re dipeyivî; min li hember wan halo û halo kiriye.. Di wê navê da, ewan gihan nêzîka goristana gund, mele dît ku rêhevalêd wî dixwazin “Fatîh’eyekê” bo miriyêd xwe bixwênin. Mele rawestiya piçekî li ser mirinê û miriyan peyivî, li ser Munkir û Nekîr, ku di gorê da tên ba miriyê nû xistine gorê û bi dest wan da tompizên agirî hene, pirsan ji wî dikin û gava shash kir li wî didin, dawî li ser behisht û dûjehê çend bêje anîn zimên û wilo diyar kir, ku ew hîç ji mirinê natirse çiku ew meriyekî bash e, bi Xwedê bawer e û di teviya jîna xwe da bedkarî ne kiriye. Wê yekê jî berde, ew mêr e û nizane tirs çiye..

Di wê navê da gihan ber sinca, ku goristan di nav da, Mele bi dengekî bilind û ji xwe bawer got :
- “Esselamûeleykum ey raketiyên di gorê da”..

Ji nishka ve, dizê tazî ji pash kêlekê ve derket û silav veda :
-“We Eleykumisselam ya mele..” Mele li xwe xurcilî, yekser nav û zirav lê hatin bizdan, lerizî, kef û kopik bi ser dêv ket, bi ser sincê da bi dev û gezan hate xarê, û diz wek birûskê di ber gundiyan re bi binê gelî da reviya, tew gundî tê ne gihîsht, ka ew mirov bû an ji ên Gonê bû, ewana jî tirsiyan, lê ne wek mele.. “- Mele! Mele!..” Ji heft cana canek di mele da nema. Ewan tirsiyan, ku mele êdî mir û wê bi kushtina mele bên bersûckirin. Ma kî bawer dike, ku dizekî tazî xwe di nav goristanê da veshartibû, mele tirsandiye û lew re mele can daye, miriye?!... Herdu gundiyan bizava xwe kirin, ku mele bi ser xwe bê, li ber Xwedê geriyan, ku ew nemire..dawî yek ji wan beziya, çû ji curnekî kevirî yê, ku li tenishta goristanê bû, pençek av di destên xwe da anî û bi ser çavêd mele de werkir, melayê dêmzerbûyî çavêd xwe ji hev kirin, hîn sax bû ne miriya bû..Lê heywax! Di nav gundiyan da tishte veshartî namîne. Roja dî teviya gund bihîst çi bi seriyê mele hatiye û ji teviya wan çêrokên derewîn, tenê rûreshiyek mezin ji wî re ma.

Axayê gund jî ji wê yekê mirûzkirî bû, êdî ne xwast rûyê mele bibîne. Mele ji gundê me reviya û me careke dî tishtekî bash li ser wî ne bihîst.”

Pîremêr çêroka mele teva kir, kêra xwe paqij kir, da hev û xist berîka xwe, carekê çovê xwe yê rûtkirî hejand û got:
-“Berf dihele çiya dimîne, ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne…” wilo got, rabû ser xwe û bi alîkariya çovê xwe ber bi bazarê ve çingil kir çû..

Cankurd / 2002