Du Ker Rojek kerekî kovî rastî kerek kedî hat. Kerê kovî, hejar û biçûk bû. Em di nava daristan û li Çiyê dijî. Kerê kovî got û domand: Jîyana me ne hêsa ye. Ji serma zivistanê, ji heywanên dirinde xwe parastin pir zor e. Carna ji bo av vexwarinê em bi saetan di riyan de dimeþin. Xwarin bi destxistin pir zor û zehmet e. Jiyana me zilm e lo ! Kerê kedî yê xwurtî bi qewet : Em havînan di nava mêrgan de diçêrin. Geyayê herî xweþ ên teze dixwin. Di zivistanan de xwediyên me bi ka û ceh me xwedî dikin. Em hertim ava paqij vedixwin û di axuran de, li cihê germ radizên. - Ooo Çi jiyanekî we ya xweþ heye. Kerê kovî got domand. Diyare jiyana kedîtî pir xweþ e. Xwezîka ez jî wek we bijiyama. Paþê stûxwar, xemgîn meþiya û Çû. Çend roj paþê kerê kovî derketibû li dû xwarinê digeriya. Dema li jêr, li rê nêhirî ku Çi bibîne: Kerê kedî li piþta wî barek giran û bi inte-int dimeþe. Kerê kedî xwest ku piçek geyayê dora rê bixwe. Xwediyê wî lê hêrs bû. Ker da ber Çovan ( Þiva ). Kerê kovî bi Çavên heyîrî li wan nihêrî û di ber xwe de got : - Na ! Ez jiyanek weha naxwazim. Jiyanek weha xwedê neke qismetê min. Jiyana zikbirçî ya azad, ji ya ziktêra bin zor û zilmê sed qat qîmetir e. |