Pîrê û Nêrî Pisîkek Xone hebû. Wî rojek xwest ku fotografekî ( weneke ) xwe bikşîne. Rabû û Çû dikanafotografkêş. - Merheba westa ( Hosta ) ! Ez dixwazim fotografekê xwe bikşînim. Divê fotograf mezin be, lê ji bo albûma min divê fotograf gelek biçûk be. - Merheba! Tu bi xêr hatî Pisîka Xone. De fermo li ser vê kursî rûne. Weha lingên xwe bavê ser hev. Serê dûvê xwe jî bîne ber Çenê xwe. Himm ! Balkêş e! Dûvê xwe bibe pey pişta xwe. Baş e ! Divê niha jî tu bikenî. Him ! Ewa haaa ! De nelive ez dê niha fotografa te bikşînim. Fotografkêş hê negihîşt ber kamareya xwe, pisîk baz da ber derî. - Ma tu hewqas tirsonekî? Netirse ! Offf ! Rawest e ! Çiqas fotografkêş got ji pisîka Xone qet wek ku nebihîze, ji derî derket û Çû. Fotografkêş ji hêrsan Çû ser sendeliyek rûnişt. Serê xwe kir nava destên xwe. Fişe - fiş ji dev û pozê wî dihat. - Piçek paşê bi teqereq derî vebû. Pisîka Xone di dev de mişkekî biçûk û ket hundir. Hêdîka çû ser kursîyê wek ku westa ( Hosta ) jêre gotibû rûnişt. -Çima tu hêrs bûyî westa ? Divê hevalê min jî bi min re be. Bê heval fotograf ne xweş e. Vê carê te fêm kir ji bo çi ez çûm ? De fermo fotografa min bikşîne. Pisîkê got û li kamerayê nihêrî. |