PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serîyê di avê de


Serîyê di avê de


Berê pêşserên me li ber agirê kutikan, di şevên zivistanê de, ji hev û din re çêrok digotin û şevbuhêrkên xwe yên dirêj bi xweşî û şadî, bi biratî û hezkirin, bi hêviyên xweşik, bi stran û henek û tinazî diborandin. Kesekî ji guhdarên wan çêrokên leheng û mêrxasan nedigot, ku ev çêrok nakeve seriyan, an jî ev çêrok efsaneyeke tijî derew e, an jî ewê, ku dibihîst dida ber jimartin û pîvanê, ka çiqas rastî û nerastî tê de hene, lê tevan bi dilgermî û bi çavên beloq û guhên xwe yên bihîstok guhdariya çêrokxund û efsanebêjan dikirin û tenê dipirsîn: "Gelo! Dê piştî vê bûyerê çi bibe? Dê dawî çawa be? Ma wê mêrxasê çêrokê bigihe daxwaz û armanca xwe û dota şahê xwe li xwe mar bike û li ser textê şahanî rûne?.." Rastî an nerastî ne giring bû, çêrok giring bû..

Lê niha her tiştekî, ku em ên çêrokbêj dibêjin li ser me tê jimartin û tê pîvan û rexnegirên me mîna lawiran di dora me re digerin, didanan qîç dikin û hene gaz û terazûn kirine bin çengên xwe û dixwazin bizanin; ka van çêrok rastin an ne.. Lew re ezê di seriyê çêroka xwe de bibêjim: " Eger tu, ey xwendevanê hêja, li rastiyê digerî, di serî de bizane, ku navê vê hunerê çêrok e ne ceografiya û ne dûrok e, ez bi xwe jî nizanim, ka çend diram rastî tê de hene û min bi xwe ev çêrok pêda ne kiriye, min bingeha wê bihîstiye û ez dixwazim ji te re jî bi zimanê xwe yî jar çêroka xwe li ser vehûnim û eger tu tenê li rastiyê digerî, divê tu hîç nexwênî û dev ji guhdariya efsane û çêrokan berdî, tu roman û novelan nekirrî û nexwênî.." Lê dîsa jî guhê xwe bide birayê xwe, rast û nerast bihêle li aliyekî..

Di serdema şah û şahzadeyên hovane de, gellek mirov hebûn nedikarîn nanê zikên zarokên xwe bi dest xînin, tevî ku ji berbanga sibê ve ta bi êvarê di kar û xebat û kefteleftê diman..û ji ber ku zarokên wan goşt tenê du rojan di salê de, mebest rojên cejn û şehyanê, di Newroz û Mîhrecanê de, pişt re di cejna Rojiyê û ya Qurbanê de, bihna goşt û biryanê (kebabê) dihat bêvlên wan, bavên wan ji xwe re dihizirîn; ka çawa zarokên xwe têr bikin û bi çi rêkê bo wan goşt bi dest xwe ve bînin. Hinek hişmend ji ber wê pêdiviyê bûn nêçîrvan û li çol û çolistanan li pezkovî, kêrguh, qaz û tivîrkan geriyan, ji wan re dav vegirtin an jî bi tîr û kevanan ewan ku tin û ji ber wê yekê jî niha li niştê me yî, ku ewqas dar û daristan lê hene, lawir û balind û firind kêm bûne û hinde nijadên wan jî nemane û li welatê me jî lawiristan nînin, ku mirov zarokên xwe bibe wir û bo wan bibêje: "Ev gur e, ev hirç e û ev kovî ye".. Ez vê dibêjim, lê yekî mîna min li tenişta min rûniştiye, seriyê xwe di ser milên min re dirêj kiriye û di ber xwe de dibêje: "Gelo! Mirovistana me tune ye, dê çawa lawiristan hebe?!"..

Mîna wan nêçîrvanan hinde mirovên din jî bûn masîvan, diçûn di çemên avê de masî digirtin, carinan ji wan re gol ji keviran mîna sincên biçûk çêdikirin, hinek dan û nan an dewarekî mirî davêtin nav golê û di bin tariya şevê de li bendê diman, ku masî bên hindir gola wan û gava teprepa masiyan di golê de dibihîstin, ji nişka ve mîna ên Gonê şilf û tazî dibeziyan, bi hembêzeke pîkin û çiloyên tehlî an gezê deriyê golê disiqandin û mîna hirçê rûniştî masî digrtin û davêtin derveyî avê, an jî bi xiştên wek misasan dirêj li wan masiyên bêguneh dihatin hev, ewan kerker dikirin û dikuştin..Roja din beniyên masiyan li ber deriyên malên xwe bi dar dixistin, hinek didan nas û merivên xwe û ên din jî didan zarok û jin û dotên xwe, dibirajtin an jî di zêtê de diqewirandin û dixwarin..

Rojekê sê masîvan çûn ber çemekî, ku li bin keleha şahê wan bû û goleka xwe ya ji kevir û şehfan ava kirin, ku masiyan bihêwirînin nav golê û dîsa wan bigirin..Demekê xwe di kortekê de daqelaztin, bi dizîka bi hev re peyivîn, ku masî dengên wan nebihîsin û nerevin.. Heylo! Mirov çi pîs e, çi zorbaz e, bi huner e, fêlbaz e..!!

Piştî demekê, ku hêveke çarderojî li ezmanê sayî li wan temaşa dikir, yekî ji wan, ku navê wî Harmend bû, bi dizîka seriyê xwe ji kortê hilda û got :
- "Divê em niha rabin! Gola me niha tijî masî ye.."

Yê dî, ku piçekî ji herduwên din qelewtir bû û navê wî Xurmend bû, got:
- " Min hîç teprepa avê nebihîst, diyare masiyan kuxîna me bihîstin û reviyan an jî bihna hirçekî ji dûr ve kirin, nema hatin.."

Yê sêyemîn, ku ji wan herduyên din pîrtir bû û navê wî Hoşmend bû, got :
- "Eger bihna hirçekî hatibe masiyan, ew hirç tuyî, kuro!! Ma te pirça ser govdeyê xwe nedîtî? Ma te hîç carekê li ber nînikê li xwe temaşa nekirî?"
Harmend lê vegerand: "Ma ew di çi nînikê hiltê?!"

Peyayê qelew li ser riswakirinê bêdeng ma, bersiv neda.

Her sê bi dizîka keniyan û ji ciyên xwe rabûn û bi lez û bez rahijtin derbendên xwe yên ji çiloyên tehlî û gezê û ber bi avê ve beziyan. Ji hindirê golê ve şewqeke şîn ya mîna kehrebê bi ser aliyê din ê golê ve perwa bûbû, lê ji wan bû ew şewqa hêvê ye, li ser rûyê avê dibirîse..

- "Lo ev çi ye..?!" Di ber hilkişa sîng re, deng bi Xurmendê qelew ket. Çi bibînin ?! Hemî masiyên, ku ketibûn golê mirî bûn, binzikên wan ên sipî bi jor ve, li ber rohniya hêvê dixuyan..û di orta golê de seriyê mirovekî, ku berê wî bi çiya de, bi aliyê din de, bi ser avê ketibû û ji çavên wî serî du tîrêjên şewqeke şîn bi aliyê çiya ve diçûn..

Ewê pîr gote wan :
"Hajê xwe bikin ! Li serî nenêrin, bila çavên we li çavên wî nekevin..Min berê çêroka vî serî bihîstiye, lê min bawer ne dikir.. vaye hûn dibînin ! çêrok rast û dirist e, masiyên me tev mirîne, tev hatin kuştin loranî wan li çavên seriyê bê oxir nêriya bûn.." û bi şûn ve çû, dêmê xwe guhart, tayên tehlî û gezê ji bin çengê xwe avêtin û ewên din jî mîna wî ji ber golê baz dan, bê ku li seriyê di avê de binêrin, dîsa vegeriyan korta xwe û xwe tê de daqelaztin.

- "Werin, em ji vir birevin" Xurmend gote wan, yê dî jî, Harmend got:
- "Lo ev çi xişim hat seriyên me ? Te dît çiqas masî mirine ?! Em niha çi bikin ?!"

Pîremêr Hoşmend got :
- "Birano! Em ku ve birevin? Çima birevin? Min niha hûn ji mirinê qurtal kirin, eger çavên we li çavên serî ketana, hûnê yekser wek masiyan bimirana.. Masî ne tiştin..Lê jîna me niha giringtir e.. Divê em li çavên serî nenêrin û em sermiyanekî mîna vî serî ji dest xwe bernedin, ev hêzek e mezin e, em dikarin bi vî serî gellek armancan bi dest xwe ve bînin, bibin maldar, xudan sera û eywan, xudan hêz û kêr, gellek zêr û zîv, jin û marî bi dest xwe xînin.. Dê hemî kes ji me bitirsin, çi nêz û çi dûr, çi nas û çi ne nas, çi birçî û çi têr, çi serdest û çi bindest..

Hûn têgihîştin ez çi dibêjim :
Ev hêz e, ev zor e, ev deban û ev şûr e.. Ev rohniye, ev rumê Rustemê zal e, ev Avêsta Zerdeşt e, ev keştiya Nûh e û hespê rewanê bi basik e.."

Xurmend got :
" Bi a min be, emê ji vir biçin û pirsa serî û masiyan ji bîr bikin, ji kesekî re li ser nepeyivin."

Pîremêr bersiv da :
" Bêhişo! Ma kî ji gundê me nizane, em hatine masîvaniyê?!..Sibê eger hinek vî serî di gola me de bibînin, dê mîna masiyan bimirin, ewên ku ji wan sax bimînin, dê gumanê bibin ser me û dê bêjin, ku me seriyê kesekî birrî bû û avêtibû golê."

Harmend got :
"Bi Xwedê rast e. Divê em çareyekê bibînin. Vî serî ji gola xwe derxînin, bila bi avê de here.."

Pîremêr bersiva wî jî wilo da :
"Birayê min! Gava ev serî bi avê de here, dê gellek kes li çavên wî yên şeryar û bê oxir binêrin û yekser bimirin..Niha hûn jî dizanin, ku çavên kê li çavên vî serî dikevin ew dimir e, ma xelkê din dizane?, lawir û balind û sewalên bêguneh çi dizanin ?! We bi xwe dît, çawa masî tev mirîne.."

Xurmend got :
"-Em dikarin di binê avê re ber bi serî re avjenînê bikin û wî bînin."

Pîremêr got :
"-Ezê te bikim mirovekî kûr, ku çavên wî nabînin."
Pîremêr ji wan re pilanek pêda kir, ku serî ji golê derbixînin û masiyên mirî jî bicivînin û li gel xwe bibin, da kesek hîç gumanekê nebe ser wan, çavên hreviewê xwe Xurmend bi paçekî reş girêdan, telîzek kir destê wî û ber bi golê ve hinart û jê re bi dengê xwe rê rast kir, ji wî re çeprast diyar kir, ta ew çavkûrkî giha golê, rahêjt serî, xiste telîzê xwe û bi şûn ve zîvirî, paçê ser çavên xwe avêt û bi lez û bez hat ba herdukên din. Pişt re hersê beziyan, masiyên xwe bê parvekirin xistin çiwalekî, hildan ser milê Harmend û pîremêr seriyê bi telîz hatiye têwerdan û peçandin, hilda milê xwe û ber bi gundê xwe ve baz dan.

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Harmend li pa maxa mala xwe ya nizim û tarî li ser herdu çogan xwe berda bû ser kulavekî, seriyê xwe xistibû nav herdu lepên xwe û xwe dihejand, jina wî jî di hafa seriyê wî re rawestiya bû û digotê :
" - Hey Xwedê tu nehêşto! Hey nemêro! Bêhişo!..Tu çawa çû seraya şahê zorbaz û te xinizî li herdu dost û hreviewên xwe kir? Ma dilê mêran di sîngê te de tune bû? Ma dayik û bavê te herdem kezeba kêrguhan dane te? Bêje min; te çima halo kir ?!."

Harmend piştî soliqekê bersiv bi dengekî mîna dengê nexwe an da jina xwe :
"- Lê bese..bese..bese..Bila min rêx li ser çavên xwe hêşta ji vê yekê çêtir bû..Min ji tirsa re wilo kir..Min ji tirsa kir..Heft zarokên me hene, eger rojekê pêrewên şah li me hişyar bana, ku me seriyekî wilo dîtiye û şah pê agahdar nekiriye, dê heft zarokên me sêwî bimana..Ma ez nizanim ev xinizî bû ?! ."

Jina wî lê vegerand :
"- Te ewan herdu dan girtinê, ma wê careke dî ronahiyê bibînin? Ma zarokên wan jî tune ne?!.. Ezê çi ji zarokên wan re û ji ên xwe re bibêjim?! Te rûyê min reş kir, te navê xwe jî ji nav êl û malbatan rakir û sîl kir..Niha ewan di kijan zindanê de ne, kesek nizane, çi bi seriyê wan tînin, kesek nabihîse..lê bi Xwedê mîter û leşwêrankeran dê wan ji mêraniyê bikin, dê wan wilo bidin bin zorê, ku ewan li roja zayîna dayikên xwe bigirîn û poşman bibin.."

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Li eywana padişahî hêlehêl û qîreqîr bû, li herdu aliyên eywanê pêrew û nas û serhêz û wezîr li hember hev û din li rêz rûniştibûn.. Zinginî bi çangan ket û padişah bi xemla xwe ya şahanî ji aliyê paş ve bi eywanê ket.

Hemiyan dengên xwe birrîn, ji ciyên xwe rabûn û seriyên xwe ji şahê xwe re çemandin, şah çavên xwe li eywanê gerandin, li ser textê xwe danişt, çovê sewlecanî bi dest xwe de leqand û piştî bihneke dirêj ji bêdengiyeke kûr, got :
"- Ma hûn dizanin bo çi min şandiyên xwe hinartibûn pey we tevan ?!"
Bû humhum û gumgum, her yekî li yê tenişta xwe nêriya, kirin pisepis, lê kesekî bersivek diyar neda padişah.

Padişah got :
"- Ezê niha li we mînim, ku şahê we xudan hêzeke mezin e, êdî kesek nema dikare zora me bibe, ne sihirbaz û ne jî şahên hêzdarên rojhilat û rojava.."

Şalyarê wî, ku li ber textê wî piçekî li xarê rûniştibû, ji ciyê xwe rabû, li teviya mêvanên rûniştî nêriya, pişt re seriyê xwe ber bi padişahê xwe guhart û got :
"- Ji berê de kesek nikare zora me bibe, Meger tu şahê me yî kes nikare zora me bibe.. Hêz û zora me heye û besê me ye."

Teviya kirin hêlehêl û hinan jî got :
"Erê! Rast e.."

Padişah got :
"- Berê em bi hêz bûn, ev rast e, xebera te ye, lê ji îro pê ve em ji teviya cîhanê bi hêztir dibin.. Ezê niha ji we re hêza me diyar bikim.." û bi çovê xwe li çangeke biçûk xist, ku li ber lingê wî bû, ji paş textê wî ve du kole zêtkirî, qanat û kurpiz hatin û di nav xwe de siniyeke mezin hilgirtine û li ser siniyê jî sandiqeke reş û devgirtî heye, anîn li tenişta textê şah danîn û bi şûn ve çûn.

Şah got :
"- Niha ji min bang li sihirbazê tev jîr û jêhatî, zana û pîlanger, bikin, ewî li pê maxa eywanê çavrêya bangdêrê min dike, bang lê bikin bila bête vir.. Lê ez ji we gi an dixwazim, ku kesek ji ciyê xwe ranebe û bizava xwe neke, ku bibîne çi di hindirê vê sandiqê de heye.."
Şalyar deng li dergevan kir, dergevan bi lez çû pey sihirbaz û teviya rûniştiyan histodirêj, çavbeloq, bal û dêna xwe dane şah, çavên xwe ji sandiqê nebirriyan, ka wê çi bibe..

Sihirbaz hat, di nav herdu rêzên rûniştiyan re gav kir, hat li hember şahê xwe ziq rawestiya, seriyê xwe çemand û got :
"- Ez di fermana te de me padişahê min!"

Şah keniya û got :
"- Ta niha tirsa min ji te hebû, lê ji îro pê ve ez nema ji sihra te ditirsim..Min dermanê wê dît û êdî ez ji te sihirbaztirim.."
Sihirbaz keniya û çepik lê dan, ji nişka ve li herdu aliyên wî du sihirbazên wek wî pêda bûn û hersê bi hev re keniyan..

Şah li wan nêriya û got :
"- Meger tu wilo jîr û zanayî, fermû vê îskemê (sandiqê) veke û zêrê hindirê wê ji xwe re bibe, niha min bawer kir, ku tu hêjayê sandiqa minî.."
Sihirbaz da çepikê, pêjna ( xeyala ) wî ya aliyê rastê çû, devê sandiqê vekir û ji ni ka ve li ser piştê kete xarê, mirdar bû û yekser winda bû.. Şah devê îskemê, bê ku lê binêre bi çovê xwe girt. Careke din sihirbaz li çepikê da, pêjna wî ya çepê ber bi sandiqê ve çû, devê sandiqê vekir, ew jî di cî de bi şûn ve gêr bû, mir û winda bû.. Şah dîsa devê sandiqê bi çovê xwe girt, bê ku lê binêre. Ew keniya û zikê wî hilat û dahat.. Rûniştiyên li Eywanê lal û mat man, seriyên xwe hejandin û tirsiyan..

Padişah got sihirbazê, ku tirsê dilê wî girtiye :
"-Devo ! Te dît ez çawa sihira te dikujim ?!"

Sihirbaz xeyidî û bi lez ber bi sandiqê ve çû, serdevka wê rakir û ew jî bi paş ve gêr bû, kire fixfix, bihna wî hat birrîn, rûyê wî reş bû û li orta eywanê dirêj bû, ji heft canan canek tê de nema..

Şah bê ku li sandiqê binêre, bi çovê xwe serdevka wê da ser û got :
"-We niha bi çavên xwe dît..termê sihirbazê, ku me bi carekî nedikarî bigirin an bikujin li ber lingên we ye.. Mir.. çû.. geber bû.. Kê wilo kir ?! Serî..Erê seriyekî bê la , bê term, seriyekî hatiye birrîn, ku ta niha di avê de bû, di çemekî de bû..berê çêrok bû, lê niha rastiye.. Ev rastî heye, rast e.. Erê ev serî niha bûye dêrîna ( mulkê ) min.. Ewê, ku li hember min rabe, li ber min raweste, dê wek sihirbazê we li ber lingên min bibe termekî bê jîn.. We dît û we bihîst.. De rabin belav bin..!"
Pêrewên şah tev ji ciyên xwe rabûn, bi dizîka bi hev re kirin pisepis, ber bi sandiqê nêriyan û ji eywanê yekoyeko derketin..

Şalyarê ( wezîrê ) şah xwast ti tekî bibêje, lê diyar bû ewî nezanî çi bibêje, ew jî hêdî, hêdî ji sendeliya xwe hilbû, carekê li şah û sandiqê, carekê jî li termê sihirbazê mirî nêriya, seriyê xwe hejand û ji eywanê derket û di ber xwe de got:
"Heywax ! Çi bi seriyê me hat ?!"

şah li koleyên xwe nêriya û got :
"- Eger kesek xwe ji sandiqê ve nêz bike, ezê we bavêjim ber şêr û pilingan..sandiqê deynin razangeha min.."
Ji ciyê xwe rabû li pey wan û li pey seriyê di sandiqê de ber bi razangeha xwe ve çû.

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Di demeke kin de şahê zorbaz zorbaztir bû, hêza wî pirtir bû û bandora deselatiya wî firehtir bû.. Ewî hêriş û talan dajotin ser êl û mîrnişîn û şahnişînên li derdora ya şahdêrîna xwe, bi xwe re seriyê jînkuj li gel xwe dibir cengê, gava leşkerên neyarên wî bi hember wî diketin, seriyê xwe derdixist û rûyê wî ber bi wan dikir, ji çavên serî tîrêjên agirekî sor û şîn ber bi wan dipijiqîn û gava çavên neyaran û hesp û fîlên wan li wan tîrêjan diketin, ewan yekser dihatin kuştin..

Ne tenê li hember neyarên xwe, li hember gelê xwe jî şah serî bi dest xwe de kiribû debanê ( sîlahê ) wêrankirin û tunekirinê. Her kesê, ku li hember wî seriyê xwe hildida, dihat girtin û bi tîrêjên çavên seriyê bê yûm dihat ku tin..Êdî rew a gel têk çû û ken û xweşî ji dêm û devan winda bûn, çi mezin û çi biçûk ji tirsa serî bûbûn koleyên lal, serî çemandî, dil tijî xem û nava her kesekî ji wan ji tirsa serî hatibû bizdan.

Kesên hişmend û zanayan newêribûn devên xwe vekirana, nîvzana û nîvmêr li dora şah bi hezaran civiya bûn û ji sibê ta bi êvarê pesna serî didan, helbestvan û hozanvanan hozanên xwe li ser şah û seriyê, ku di bin destê wî de, vedihûnandin, keç û jinan jî komik bi komik li dor sandiqa, ku serî têde veşartî bû, dîlan û sema digirtin, bi lîlîn û bi dengnazîn hing û stran û şadî çêdikirin, zêr û zîv û gerdenên xwe davêtin ser sandiqa serî û zarokên xwe bi navê şah û seriyê tirsavêj navdikirin. Lê dîsa jî hinek hebûn, çend zanayên bêtirs li çavên hev û din dinêriyan û dizanîn çi bi çavan ji hev re bibêjin, bê ku bêjeyek ji devên wan derkeve.. Hinekan perdeya tirsê çirandin, lê mixabin! Mîna pinpinîkan li ber agirê çavên serî hatin sotandin û tunekirin..Û şah, şah bûbû diholeke pir bi deng, fort û fûtên mezin ji devê wî derdiketin, gellek tiştên nerast û nehêjayê mêran disapirandin, û pêrewên wî yên bêvac êdî çêrokên nedîd li ser qehremanî, zanabûn û mêraniya şah digotin..

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Di tariya şevê de, li ber alafa me xeleke biçûk, şalyarê şah, ku rûyê xwe peçinandibû, di ser pileyin kevirî re hêdî-hêdî daket binê zindaneke tarî, lihêmî, û gellek kûr di binê zevînê de..Ji dergevanekî , ji herdu dergevanên, ku li pey wî bûn, pirs kir :
"- Kîjan ji van Hoşmendê pîr e?!"

Dergevan çû nav komeke mirovên rûniştî, ku rihên wan wek dûvên hespan dirêj bûne, goşt bi hestiyên wan ve nemaye, didanên wan ketine, rohnî di çavên wan de vemiriye û bihneka genî ji kulên li teviya govdeyên wan belavbûne tê bêvilan, seriyê qamçeya xwe da ser milê yekî ji wan û gote şalyarê xemgîn û bêdeng mayî :
"-Ev hoşmend e, seydayê min!."

Şalyar gotê :
"-Ka bîne, bila em herin.."
Hoşmend bizava xwe kir, ku ji ciyê xwe rabe, lê bê alîkariya herdu dergevanan nikarî bû ji ber ku hêz û kanîna wî nema bû, ew gellek jar û westiya bû, wek sepeteka hestiyan bû.. Ew bi xwe re rakişandin, li pey xwe xuşandin, di wan pileyên biçûk û teng re ji jêrzemînê derxistin, birin maxeke bêtir rohnî tê de heye.

Şalyar gote dergevanên zindanê :
"- Herin ji vir ! Karê we nema.." û piştî dergevan ji maxê çûn, bêdengiyê perdeya xwe berda ser wan û taveke rohniyê di taqekê re perên xwe avêtin ser wan herdukan, şalyar gote Hoşmend :
"- Bo min gotin navê te Hoşmend e.. Eger tu rast Hoşmend ba, te ev seriyê bêyûm nedihanî, te xwast, ku tu bi rêya serî bibî hêzdar û maldar, li şûn hêzdarî û maldariyê tu ket vê çalê û nema tu rohniyê careke din dibînî, şahê me hreviewê te yê qelew Xurmend avêt ber lingên şêr û pilingan û yê din Harmend ji ber xiniziya xwe şêt û dîn bû, jin û zarokên wî ew ji mal der kirin, bi çol û çolistana ket, sernizim û rêwinda, tî û birçî û li dawiyê li bin darekê diz û kele an ew girtin û darve kirin.. Ma ev hoşmendî ye ?!"

Bi dengekî jar û nizim Hoşmend pirsiya :
"- Tu niha çi ji min dixwazî?! Di tariya vê zindanê de, piştî van gellek salan hîn jî poşmanî roj bi roj dilê min diçirîne, hinavên biz dide û hestiyên min dihêre.. Ma ji vê bêtir êş û wêranî heye?!"

Şalyar got :
"- Erê..heye..Tu nizanî bi wî serî çi li derve ji zor û sîtemkariyê tê kirin!! Û êşa mezintir ewe, ku em kesek nikarin tiştekî bikin, em bêhêz û bêçare mane..Ji bo vê ez hatime ba te, dibe tu çareyekê bibînî.."
"- Çima ez, ma ji min pê ve kes nemaye rê û çareyan li ber we veke.."
"- Hişmend û zanayên me newêrin devên xwe vekin, ewê ku li dij vê xi imê derdikeve bi rêya seriyê, ku te dîtiye û aniye, tê kuştin..Hişmend û zanayên me neman..Eger tu alîkariya min bikî, ezê te azad bikim."

Pîremêr piçekî bêdeng ma, dawî got :
"- Eger tu dixwazî min ji vê tariyê azad bikî, tuyê min bikujî, bila canê min ji van êş û kelemên di hindirê dilê min de vemirin.. Azadiya min ewe, ku ez ji vê tariya hindirê xwe azad bibim. Çendî ez bijîm, ewqas ez di xwe de dinalim û disojim."

Şalyar destê xwe xiste berîka xwe û nameyek derxist, xwast ku bide dest pîremêr, lê pîremêr nedît, tenê xişxişa kaxedê di destê şalyar de bihîst, pirs kir :
"- Ew çiye?"
"- Ev nameyeke ji zarokên te de."
"- Tu dikarî ji min re bixwênî?"
"- Ma tu bi xwe nikarî bixwênî?."
"- Ez kûr bûme, seydayê min, ez kûr bûme.."
"- Bibore min nizanî, ku tu kûr bûyî..Başe ezê ji te re bixwênim, lê tuyê alîkariya min bikî.."
"- Ezê alîkariya te bikim..lê divê kesek nizanibe, ku ez kûrim, nabînim..lê niha ji min re nameya zarokên min bixwêne, min çiqas bîra wan kiriye."

Şalyar name da ber rohniya, ku di taqa jorîn re dihat xarê û xwand :
"- Bavê me!..Bavo!" Pîremêr destên xwe dan ser çavên xwe û guhê xwe da ser dengê alyar, wî jî hêdî-hêdî jê re name xwand...

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *

Li eywana şahê zorbaz gellek pêrew û merivên xanedan û serhêz û serleşkeran rûni tibûn, şalyar ji ciyê xwe rabû û gote padişahê xwe yî, ku pir ji berê qurretir û sermezintir rûniştibû :

"- Şahê min î hêja! Ez dixwazim mizgîniyekê bidim te li ber van hemî pêrewên te yên dilsoz, ku min îro bangewaziya wan tevan kiriye; li vir amade bibin, bo vê nûçeya, ku gihaye min bibihîsin û ez ji ber dilsozî û wefadriya xwe bo padişahê xwe diyar dikim."

Padişahê qurre berken bû û got :
"- Tu dizanî, ewê min bixapîne an derewan li min bike dê çi bi seriyê wî bê !!."
"- Erê, ez dizanim, ewê bibe qurbana seriyê, ku ti tek nikare lê binêre û her rohniyek li ber nêrîna wî vedimire, her canek dimire..Eger tu destûrê bidî min, ezê ji şahê xwe yî hêzdar û jêhatî re nûçeya xwe bibêjim."

Çavên padişah livlivîn, lêvên wî lerizîn û got :
"- Bifermû, şalyaro! Te dilê min bi ser vê nûçeyê de germ kir ."
" Şahê min! Wek hûn dizanin, min çavik û guhikên xwe li her ciyekî belav kirine, bo min tazetirîn nûçeyan tînin û bi taybetî çi di nav neyar û dijminên we de tê rêstin û tê jenandin."
"- Erê, ez fêlbaziya te dizanim!."
"- Lê ta niha we hîn teviya jîrbûna min nedîtiye..Ezê îro ji we re diyar bikim, ku ez çi dikarim bikim."
Devê padişah, ku mîna devê qelazekî hi kbûyî, piçekî xwar bû, çovê wî di destê wî de lerizî û kabên wî jî hejiyan û teviya dîdar û tema evanan çavbeloq û guhpîç û bêdeng li şalyarê fêlbaz nêriyan.

Şalyar got:
"- Min ji hindir zinadnê bihîst, ku pîremêrek di tariya binemaxeke biçûk de heye, ewî gotiye, ku sihira seriyê mirovkuj îro bi êvarê re, dema ro diçe ava, namîne û telasimê serî winda dibe û êdî bihna genî jê tê û her kesek dikare lê binêre, kesek nema bi dîtina wî serî dimire."
Eywana şah ji ni ka ve bû gola req û beqan, hemî rûniştiyan gotinên xwe li gel hev û din, bê westan û bê destûra padişahî kirin.. Padişah bi dengekî bilind li çepikan da, hemî dîsa lal bûn û di ciyên xwe de rûniştin.

Padişah got :
"- Ma ne ro çûye ava? Emê bibînin, ka serî mirovan dikuje an ne..!!"

Şalyar bersiv da :
"- Ro hîn gazekê di ser asoyê çiyan re bilind e..Bo bi cih anîna vê yekê min ew pîremêr girtiye û aniye li ber dergahê eywanê rawestandiye.. Eger hûn bixwazin, bi fermana padişahê min, bila ew bi roava re bi xwe li hindirê sandiqê binêre, ka serî wî dikuje an ne.."

Padişah keniya û got :
"- Ev ramaneke hêja ye..Ka wî bêhişî bînin.."
Bi lez û bez pîremêr anîn li orta eywanê, li ciyê girtî û destegîran derdixînin pêş padişah, rawestandin. Destê wî girêdayî, serînizim, rihên wî dirêj gihane ser kaban, bi şêweyekî, ku kesekî tew nizanî bû ew kî ye.

Padişah gotê :
"- Rast te tiştekî wilo gotibû, girtiyê bêhiş ?!"
"- Erê, şahê xûnmij û zorbaz, min ev gotiye û ez li ser gotina xwe me.."

Dîsa bû gumgum û hêlehêl, lê padişah zanî bû, ku ew li hember mêrekî bêtirs e, got :
"- Niha piçekî din ro dihere avan, ezê bibînim, ka te rastî gotiye an ne rastî. Ez dibînim, tu mêrekî bêtirsî, te çi kiriye, ku tu wilo ji zû ve di zindanê de mayî, bihna genî bi ser te ketiye?!"
"- Ez xudanê serî me..Ew serî yê min bû, ew hêz û kanîn ya min bû, te ji dest min girt û te ez kirim vê rewşê.."

Padişah bi xeyd bersiv da :
"-Bese, bese, Ro çû ava an ne, bêjin..!"

Şalyar gotê:
"- Erê, ahê min! Ro niha di pa çiyayî de winda bû û bi xwe re jîna derewkarekî rakir.."

Padişah bi hêrs serdevka sandiqê bi pozê çoyê xwe rakir, ji ni ka ve Hoşmendê kûr guhên xwe bel kirin û zanî bû sandiq li kî derê ye, û padişah bi qîrîn gotê :
"- Were bi xwe li hindirê vê sandiqê binêre, li seriyê, ku tu dibêjî ew dêrînê te bû binêre, ka te dikuje an na !"

Şalyar got:
"Şahê min! Eger tu destûra min bidî, ezê gavên wî bijmêrim, ka ew çendîn ji mirina xwe ve dûr maye.."
Hemî keniyan û padişah jî bi wan re kire tîqtîq, zikê wî hilat û dahat. Şalyar dest pê kir, gavên pîremêr bijmêre, pîremêr jî gav kir, bê ku kesek bizane, ew kûr e, pêş xwe nabîne, wî jî hîç kûrbûn li xwe bêlî ne kir. "-Deh, neh, heşt, heft.."

Padişah keniya û got :
"-Heft gavên te bo jîn ji dest danê, bo mirdarbûnê mane, ma tu xatirê xwe ji me û mêvanan naxwazî ?!.. e , pênc, çar.." Bi şalyarê jêhatî re gavên Hoşmendê pîr jimartin.

Li dawî ew giha ber sandiqê, seriyê xwe bi ser de xwar kir, daxist hindirê sandiqê, carekê seriyê xwe rakir û dîsa xist hindirê wê, bihneke naxwe ji serî hate bêvilên wî, çenga wî giha porê serî, lê wî serî nedît, çavên wî yên kûr bûne li çavên serî neketin. Gava padişah wilo dît, êdî ji xeyd û tûrebûna xwe nema dizanî çi bike, destê xwe avêt gurmikê piyê pîremêr û ew bi ûn ve avêt û bi xwe beziya li hindirê sandiqê nêriya, bi çavên xwe, cara yekem bû, ku serî dibîne..û cara pa în bû, ku seriyekî bi çavên xwe dibîne, ji hindirê sandiqê ve du tîrêjên ji rohniya kesek derbas bûn hindir çavên wî, ew li ser pi tê gêr bû, kir fixfix û puxpux, ket û mirdar bû, yekser bê liv û bê şiv.

Teviya mêvanan ji cî hilgavtin, lê şalyarê zana mîna birûskê beziya, serdevka sandiqê, bê ku li hindirê wê binêre, da ser devê wê, sandiq rakir û got :
"- Ev dawî bû..Di ciyên xwe de rûnin..Min bi pîremêrê hêja re peyman daniye, ku gava em zorbaz ji ortê rakin, emê serî tev sandiqa wî bavêjin nav agirekî tund, ku careke din kesek jê netirse.. Min gellek car gav bi gav eywan pîva bû û bi Hoşmendê hêja re wilo dirêj pilan kiribû, ewê çawa bibore, çend gavan bavêje, bê ku kesek li kûrbûna wî hi yar bibe.. Niha jî we bi çavên xwe dît, çi bi seriyê zorbazekî hat.. Min vê hêza wêranker û ahrîmanî naxwazim, min naxwazim, ku gel û nijadên din ji me bitirsin, min naxwazim em her û her di ceng û genga iyê de bin dij bi mirovên din, dij bi hev û din, min naxwazim bi darê zorê gel li pey xwe rakişînim.. Divê em niha jiyaneke nû ava bikin, bi biratî, bi aşîtî, bi mirovatî.. Divê her kesek mafên xwe û histobariyên xwe binase û em tev bi hev û din re mîna netewek ji pola, hevgirt û yekdest, di cîhanê de bên naskirin..Bi zor û sîtem û tirsê, bi lêdan û ku tin û bêparkirina gel, bi ezezî û çovhejandina ser seriyê gel re em nabin mirovên hêja..û ji vê pirtir nema ez tiştekî din dibêjim."

Ji orta eywanê dengekî bilind hat, xortekî tijî jîn û kefteleft, got :
"-Bijî biratî, bijî aşîtî, bijî mirovatî.."

Yekî din bang kir :
"- Fermû em di nav xwe de padişahekî hilbijêrin, ku ji bo van armanc û daxwazan bixebite, welatê me biparize, me bigihîne hev û din, çewtiyên me rast bike û di pêş me de alaya azadiyê, pêşketinê û mirovatiyê hilde jor.."

Hemî bi vê yekê xweşnûd bûn, hêstir ji çavên şalyarê zana barîn, destê xwe di qirka Hoşmendê pîr û kûr re bir û gotê :
"- Were em berî her tiştekî biçin seriyê mirovkuj û termê şahê zorbaz bavêjin nav agirî, weku me berê Zehak sotandiye bisotînin û xuliya wan bavêjin derveyî keleha xwe û divê tu bitî şuştin, divê te derman bikin û zarokên te ji te re bînin, tu bihna xwe bi wan derînî û dest bi jîneke nû bikî. "

Hoşmendê pîr bi dilekî xemgîn got:
"- Ezê pir dilşad bama, ku we seriyê min jî li gel termê ş ah û li gel seriyê mirovkuj bavêta nav agirê..Ezî poşman im, poşmanim.. poşman.."

Şalyar gotê:
"- Gava tu destê xwe di destê min kî û em jîneke nû bo gelê xwe ava bikin, emê kul û janên xwe ji bîr bikin û bi hev re serbilind bin, emê bibêjin: Vaye me rêya xwe rast kir, me welatê xwe rizgar kir û me rûmeta xwe parist û paqij kir.."

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *