PÎROZ BAHÎ![]() ![]() PÎROZ BAHÎ Pîroz dikin li kak Mesûdê Barzanî Ew seroktiya hirêma Kurdistanê Pîroz dikin li Yekîtî niştimanî Pîroz dikin li hemo Kurdên cîhanê Li partî dîmoqratî... û li pêşmerga Li karkirê Kurdan û li Ebdella Şervanê serê çiya û li girêla Îro yekî çak ji Kurda serî hila Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî Ew seroktiya hirêma Kurdistanê Rojek meha nîsanê li otêla Şamê Sal dû hezar û dido li paytexta Sûrî Min hev dîtinek pêkanî û gihamê Hev dîtinek gel birêz Hoşyar Zîbarî Min dest da destê te, ey serok Barzanî Destê birati'yê , ew yekîtî~xwazî Disa ez dest tev dil didim te bizanî Û herdû çavên te maç dikim pîrozî Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî Ew seroktiya hirêma Kurdistanê Her ez dibêjim bijî, her bijî serok Bijî Kak Mes'ud Barzanî û ew doz Bijî Kurd û Kurdistan û naverok Herdû çavên maçdikim û destê boz .. Piroz dikin li şehîd û li pirojê Ku dîrok nivîsî li deşt û çiyan Sed silavan ez rêzdikim bo vê rojê Ku Kurd jiyan-bû bi tere hest û giyan Pîroz dikin li kak Mes'ûdê Barzanî Ew seroktiya hirêma Kurdistanê Xalid Bişar Mamo |