PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Þairekî bê minet, bê hesab lê bi rûmet; Orhan Kotan


Þairekî bê minet, bê hesab lê bi rûmet; Orhan Kotan

— Mirov di jiyanê de daîm tiþtna fêr dibe û di vê fêrbûnê de carina kesayetên pir girîng xwe li ser mirov de bi tesîr dikin. Min girîngiya zanatiyê ji bavê xwe yê kedkar, hêza kesayetiya neteweyî ji Mele Mistefa Barzanî yê nemir û coþa helbest û þoreþgeriyê jî, ji Orhan Kotan ê þair û siyasetvanê mezin wergirt.

Orhan Kotan eger di nav kultura Tirkan de hatiba hesibandin û wî jî, ji bo gelê Tirk helbest nivîsandibûna, bawer bikin navê wî niha ji Nazim Hîkmet mezintir bûbû. Lê ew þair û siyasetvanekî Kurd bû, heta dawiya umrê xwe, bi taybetiyeke ecêb, heta piþtî umrê xwe jî diviyabû ku êþ bikþîne, bi tenê be, qedir û wefa pê nehête danan; belê evna hemû kirasên ji agir yên bawermendiya Kurdayetiyê ne û wî jî bi zanebûn ev kiras li xwe kiribû.

Gava min pirtûka wî ya bi navê Nîr ( Boyunduruk ) ku min cara ewil bi dest xistibû xwend, min ev yek dît, êþeke giran, janeke bê teswîr xwe di giyanê mirov de dida seh kirin.

Ji xwe pir derbas nebû, piþtî çend salan pirtûkeke wî ya din, ya bi navê Jan ( Sancý ) hat weþandin. Nîr, Bi rûmet dinihêrim dinyayê, Jan. Ev her sê nav jî ew qas girîng û ew qas di cîhê xwe de rewþa gelê Kurd didin nîþandan ku, mirov dikare bêje Orhan Kotan qasî þairbûna xwe, qasî siyasetvaniya xwe, zanistekî civakî bûye. Nîr, bi yekser teswîra rewþa dîrokî ya Kurdistanê dide xûyakirin, yanê dagirkerî ! Bi rûmet dinihêrim dûnyayê, hiþiyarbûna gelê Kurd û ji nû ve destpêkirina tekoþîna dijê dagirkeriyê dide mizgîn kirin. Jan jî, tracediyên ku ji aliyê hêzên navneteweyî dihêne amadekirin û bi destê çar dewletên dagirker li ser gelekî mazlûm û maxdûr, li ser gelê Kurd dihête çesbandin. Yanê, ev rojên ku em Kurdên Bakûr dijîn, rojên bi Jan.

Bifikirin ku berî bîst salan eger kesekî Kurd di herçar perçên welatê xwe de jî behsa serxwebûnê, yan jî, em bêjin bi kêmtir behsa federosyoneke adîlane nekiriba, ji aliyê gelê xwe, heval û hogirên xwe ve dihat bi derve kirin, heta sûcê xiyanetî pê dihat zeliqandin; lê îro, di bakûrê welatê me de bi taybet siyasetvan û rewþenbîrên sipî benîþteke jehrîn dicûn: Em ji Tirkan vaneqetin. Baþ e, ma tu dikarî bêjî me, bo çi? Yan jî ez bi devoka Amediyan pirsiyar bikim; çima hêy qeþmer ?

Orhan Kotan di van her sê dîwanên xwe yên hilbijartî de wek Kurdekî, wek karkerekî û wek dijberekî bê dawî helwesta xwe danîbû; hem jî bi dengekî bi kerb û bê minet. Wî digot: "Ok yaydan fýrlamýþ, býçak kemiðe dayanmýþ diye deðil, bu zulüm, bu bezirgan saltanatý bitsin diye."

Di navbera Nazim Hikmet û Orhan Kotan de cûdadiyeke girîng û mezin heye. Herdu jî di þiirîda ekola Rêalîstên Civaknasiyê de bûn, lê heta Orhan Kotan qet þairekî ( Ahmed Arif jî tê de ) li dij kemalîstiya Nazim Hikmet peyvek negotin, qet yek li ser þovenîzma dizî ya ku di giyanê Nazim Hikmet de xwe daye jiyandin helwesteke tam bi þairane dananebûn. Ev yek mezintiya helbestên Orhan Kotan in, di eynî demê de sedema bi tenê mana helbestên wî ne jî.

Li zîndanên Amêd, di berxwedana 5ê Îlona 1983an de helbestên Orhan Kotan, ji qauþek bo qauþeke din, ji hûcreyek bo hûcreyeke din çawa bi pêl dibû, giyanên kesên berxwedar çawa pê diçûrîsîn, ma em nizanin! Sewaneya wî ya; "Tu dê çi car radest nebî, li cîhê ku radestî dest pêkirî, tu dê ji nû ve berxwe bidî." di devên girtiyên Amedî de bûbû dirûþmeyeke bê dawî.

Eger Ahmed Kaya bi dengê xwe yê bi þewat û îsyankar helbestên vî þairê ji agir negotibûna, belkî Kurd hê jî ew nas nedikirin. Lê bihînin bîra xwe, xeta Ahmed Kaya jî, ji albûma wî ya bi navê "Þarkýlarým Daðlara" û pêve gav bi gav guherî û hat ser rengê kesayetiya xwe ya neteweyî. Ahmed, bû "sonuna kadar Kürt!" Ji bîr nekin, kî li gel Tirkan bibe "sonuna kadar Kürt" yan pir najî, yan jî jiyana wî ji mirinê jî bêtertir dibe. Lê ew kesên ku wek qeþmerên Amedî nîv Kurd û nîv Tirk, yan jî em bi gotina Murathan Mungan bêjin, eger kî bibe Kurdekî Sipî, ew dikare heta dawî wek mexlûkek dilþa bijî, jiyana xwe bike kêf û seyran. Ji ber ku geografiya kesayetiya xwe, sînora exleqê xwe û helwesta hûnerê xwe di bin pêlavên dagirkeran de û bi dilekî bê xem dide pelixandin. Kêf û seyrana wan ya bê rûmet bila ji wan re bimbarek be. Em werin dinya birûmetbûnê, cîhana helbestên Orhan Kotan; di bakûrê welatê me de êdî ew ekolekî ye, bê gengeþî helwesta wî Kurdistanî ye, ya miletê wî ye û di vî de jî, bê bazarî ye, zelal e.

Helbet nivîseke kuncikî têra pêþanîdana helbestên Orhan Kotan nake, lê tiþtekî heye ku mirov dikare pê helbestên wî bi temamî bide þîrovekirin: Niha welatê wî hê bindest e û hê perçekirî ye; eger rojek ev welat seranser azad be û welatekî yekbûyî bihê avakirin, ez baþ pê dizanim, di xwendegehên welatê wî de þagirt, piþtî Sirûda Neteweyî bi dirûþmên helbestên Orhan Kotan dest bi perwerdeya xwe bikin: "Mîna kulmekî þidiyayî em dijîn!" Wateya vê dirûþmê jî ev e; Kurd her hebûn e û wê her hebin.

Ez bi vê nivîsê, ji nû ve, ji malbata Orhan Kotan, bi taybet ji kekê wî û rêhevalê wî birêz Mûmtaz Kotan û ji gelê wî yê ku hatiye zincîr kirin serxweþî dixwazim.

Hêy Kurdperwerê ezîz û hostayê mezin, giyanê te her þad be.


Zeynel Abîdîn