WÊ SALÊ WÊ SALÊ Wê salê Li wê bihustê Bihara me bi inyatbû Gulên me nedibiskivîn Guldangên me ji par û pêrarve tune bûn.. Dema tu tuneba heyv binewr dibû Roj dicemidi... Wê salê Guneh ji keziyên te dibarî Dojeh tu bû, zebanî tu Bêserm û gunehkar ezbûm. Pîrên me yên bengî bi gef û gur Ji kerban gilokên xwe du car diristin Xortên me bi rik Kecên me di xamê de bûn Qehpik û bênamusê bajarê mirî em bûn Li hemî taldeyan Ezmanê tu xwedayê me venedisart... Wê salê Li wê bajarê kevir dibarî Ramusan guheribûn Dev û lêv Xebxebkên ber guharan Ber û pêsîr tev bûbûn hêsîr. Wê salê Cêkirina biskan, kilkirina cavan Xizêmên bi cerx û dolab Xwarina genim qedexebû. Wê salê Li wê bihustê berf dibarî... Hunerek Gelerî |