KOLANÊN BÊDENG KOLANÊN BÊDENG Þevreþiyek bi serde hat Bayek lê rabû Hemî dengan barkirin Li pey hev Hemû rengan xwe jê birin Deriyên vekirî venedibûn Li wê kolanê Deng fetisîbûn Bi dengê bûman Goristanên bê çeper Kêlikên hurkirî Bêhnteng dibûn Li wê kolanê Zarokan nedileyîstin Pez nedikaliyan Mar nedihatin kuþtin Hêvî li ber lehiyê ketibû Em li pey Dimeþiyan, dimeþiyan, dimeþiyan.... Li wê kolanê Galmasta zarokan nedihat dayîn. Dayîka min nan nedipat Ne min hêkê civîkan Ji qulên diwaran derdixist Nejî wê þûnve dibir Ne xilç hebû ne jî kereng Ava gulikê bi ser me de hat Li wê kolanê Bûk peya nedibûn Ne sêv hebû nejî zava Nedixuyan li rêyên berfê Rêwiyên serpêçayî Bi simbêlên zembelîsk Ne ban ne topîç Gapolê bavê min Þiva kenêrê Li pist derî Derê kulavkirî Mêvanên xwedê Xeyîdibûn ji wê kolanê Xeyîdîbûn ji rengan Xeyîdîbûn ji xwe Ji wê kolanê dur Li kolanên nenas Hîn bêdeng Hîn bê par Hîn bê yar Li benda par Diçûn, diçûn, hey diçûn. Hunerek Gelerî |