PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



GOTNÊ PÊÞYÊ KURDAN -


A )
.....

-Adare, berfê da, gulya dare, lê nave, êvare !

-Agir bi erdê dikeve hiþk û ter bihevra diþewitin.

-Agir bi ser serê mi ketiye tu firîkê xwe diqelîne.


-Aqil taca zêrine, li serê hemi kesî nîne.


-Axa jin û mêra ji heve.

-Axa ji xulamê xwere got, xulam ji kûçke xwere got, kûçik ji dêla xwere got.


-Ayþikê jî xwe bi þikê.


B)
....

-Bajarî li erdê narî.


-Bar mi na êþine serbar mi dêþine.



-Bav ji ês tê law pirsa bajêr jê dike.



-Bav rezek da law, law gwêþyek tirî neda bav.


-Bela xelkê ji çol û çiya tê ya min ji ber lingê mi tê.


-Bextê Roma tune.


-Bext nadim bi text .


-Bênamûsî avêtin ber kûçka, kûçka qebûl nekir.


-Bê Xwedê dibe bê xwedî nabe.



-Bi aqlê vala tu nagýhê hevala.



-Bi a qýrak û qijaka nekin; bi a teyrê baz bikin.


-Bi girî, ji gorê ranabin mirî .


-Bi gulke bihar nayê .



-Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez .


-Bihar hat, zivistan hilat .


-Bi kevçi da hev bi heskê bela kir .



-Bila mirov kuþtiyê þêra be ne girtîyê rovîya be .



-Bilind firyam nizim ketim .



-Bi pirsê mirov dighê Xursê.


-Biratî birastî .



Ç )
....

-Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye .




-Çûn dewsa mirya, herkes li miryê xwe girya .



D )
----

-Dara azadiyê bi xwin û xwêdanê tê avdan .



-Dermanê xwestinê dane .



-Derpiyê mi li xweke lê têde týr û fisa neke .



-Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve .



-Devê rovî ne gîha tîrî go, tirþe .


-Dew tune rûn difroþe .

-Dibêjin Xwedê du tiþta bi hevre nade feqira, ku yekê bide yekê ji distine .

-Dinya gulekê, bêhn bike û bide hevalê xwe .

-Dizê bistana mukur tên zivistana .


-Dît ezim, nêdît dizim .


-Dijminê bi aqil ji dostê bêaqil çêtire .


E )
---

-Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe .


-Ez bi dua çênebûme ku bi nifirê te bimrim .


....................................................................

Ê got û kir mêr e.
Ê ne got û kir þêr e.
Ê got û nekir, kerê bê xêr e.
( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan )

Berhevkar : www.xoybun.com
....................................................................


-Ê têkeve govendê wê xwe bihejîne.

F )
....

-Feqir çûn dizyê heyv ji êvarde derket.



G )
----

-Gotin: ‘Bavê te suwara kuþt ya peya:’ got: ‘Wekî kuþtin, ha suwara ha peya’ .



-Gotin: ‘Kero dehþikek ji tera çê bû. Got: ‘Êmê mi kêm bû û barê mi zêde bû’ .


-Gotna xweþ bihara dile.



H )
----

-Heft çirokê hirçê hene her heft ji li ser hirmîyenê.



-Her gîha li ser koka xwe þîn tê.


-Her teyr bi baskê xwe difire.



-Heta hebû dims, ez mam û tu pis; gava nema mohti, ez Þervî û tu Bohti.


-Heyfa ciwanîyê pîrî li pêye.


-Hindik rind e.


J )
----

-”Jinên qenc li piþt mêrên xerab nasekinin”
Jê ket pê ket.



-Jina þermîn bi mil etekî, mêrê þermîn bi kirasekî.



-Jojî dest çêlîkê xwe dide û dibêje: ‘Peryê wan çi nermikê’ .


K )
----

-Keçik wek sêva li darêne; herkes kevra davêye, kî bixe ji wireye...


-Kenê bê ara derdikeve ji gulê diwara.



-Kera nebin cem kera ji hevdû ne elimin fis û tira.


-Kero nemir bihar hat, pîrê nemir qivar hat.


-Kesê nezan wek darê bê berin.



-Kesi kesa tune.



-Kes nabê dewê mi tirþê.


-Kes nakeve gora kesi.


-Kevrê giran li cîhe xwe girane.


-Kew dijminê serê qevmê xweye.


-Kor çawa li Xwedê binêre xwedê jî wilo lê dinere.



-Kurd deynê xwe ne inkar dikin ne didin.



-Kurd têr dixwe li pêlava xwe dinere.


-Kurmê darê ne ji darê be dar narize.



-Kûçýk jî kê bitirse bi wî alî direye.


-Kûçkê meye li ber deryê xelkê direye.



M )
----

-Malê axê diçe canê xulêm dêþe.


-Mar ji pûngê heznake pûng jî li ser qula mêr þin tê .


-Meçe þerê xal û xwarzya neke hawar û gaziya.


-Mêr bi mûya, jin bi rûya.


-Mêvan ji mêvên ne xweþe, xwedyê malê ji herdûya ne xweþe.



-Mirin mirine xirexir çiye?.



-Mirov pîr dibe dil pîr nabe.



N )
----

-Nan û dew xwarna derew.



-Nan û mast xwarna rast.


-Navê gur derketiye; rovî dinya xera kir.


-Navê me girane; warê me wêrane.


-Nêçirvan nêçira xwe nas dike.


-Noka genî çû bajêr bû leblebi.


-Nuh hat kevin hilat.




Q )
----

-Qedehek jehrê vexwe qedehek qehrê venexwe.



-Qisas nare giyametê.


R )
----

-Reng rengîn, sor bi dengin.


S )
----

-Salê du çara cejne wan roja jî zikê feqira deþê.


-Serê ço bi gûye binê ço bi gûye.


-Serê kesê rast tim bilinde.



Þ )----

-Þer bi tivinga vala nabe.


-Þêr þêre; çi jine çi mêre.


-Þûjna di çavê xwede nabine; derziya di çavê hevalê xwede dibine.


T )
----

-Taji bi zorê nare nêçirê.


-Tee dayê tee dayê, ji bêaqila weye ku bihar nayê.


-Te þuþt bi ava gû; ez çi bikim qenciya bi dû.


W )
---

-War ew ware lê bihar ne ew bihare.


-Wexta kara rû digerine, wexta þivê kevçiya digerine.


X )
----

-Xal Hidiro herro li viro.
( Hýdýr dayý her gün burda )


-Xew û mirin yeke.



-Xwedê ji yekîre xera bike diranê wi di pelûlê de. diþkê.


-Xwedê noka dide ê bê didan.


Y )
----

-Ya mêrkî baþ be, ya bivirî û das be, ya jî xwe xelas be.



-Yek heye bi sedîye, sed heye ne bi yekîye.


Z )
----

-Zarok xemla malane.



-Zêr be bine, zîv be bine, bih bi sêwî be nine (dûr be).



-Zêr têkeve nav gû ji xera nabe.



-Zikê têr ha ji ê birçî tune.



-Zilamê fedikok bi kundkî, pîreka fedikok bi gundkî.



-Ziman bê hestiye, digere.



-Zimanê mirov bela sêre mirove.


-Zimanê mirov bela serê mirove.


Ziman girtî ser rihetî.


-Zîpe zîpidare, bi bare ne bare meha Adarê xedare.



-Zor zane zêr zane devê tivinga mor zane.


-Zor zane, zêr zane zanin zane.