Negrî Dayê Negrî Dayê Dilê min kesera dikþîne Qamiþlo li bîra min tîne Leylane dil hemî evîne Þev derenge û roj xemgîne Dil ji kerba te digrî ……… Erê dayê tû negrî ………. Evîn li te kirine pîvan Demê vegerîn li me civan Warê min ger hemî roj jiyan Dûrbûna te windakir viyan Dil ji kerba te digrî ………. Erê dayê tû negrî ………… Dilê birîndar derman nabe Can û ceger li ba te mabe Þevîn bê te wê çawa þabe Jiyan bê evîn weha nabe Dil ji kerba te digrî ………. Erê dayê tû negrî ………… Buhar þîn dibe bi hêstiran Xwunav xweþdike bihna gulan Awirên çava dikin lîlan Her tû dimîne xewna þevan Dil ji kerba te digrî ……….. Erê dayê tû negrî ………… Ji dûrbûnê li þevê bake Awazên xemgîn tû çêke Helbesta evînê tû lêke Silavê jînê tû birêke Dil ji kerba te digrî ………….. Erê dayê tû negrî ……………. Qêrîna þevan pir dijware Dilê reben her birîndare Dûrim ji war roj li min are Kaniya derda tim bê zare Dil ji kerba te digrî ………….. Erê dayê tû negrî …………….. Xewneroj û her þev dibhure Arê evîn qet na vemire Erê dayê tû negrî .................... Dil ji kerba te digrî ..................... 10. 09. 2005 Dildar Îsmail dildarismail@hotmail.com |