PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Aşiqim ez




Aşiqim ez

Aşiqim ez aşiqê deşta cemalim ez li evdan bêniyazim. Bûme aşiq derd û rencan. Lev bi ser nakim kilavê tirs û xewfa merdimê dûn. Ger nehêlin şîn bibim ez bax û bostanê xudê da. Dê firoşim tirs û lerzê ez bi serma, dê mirim ta bibme avek ser bi axê bikme der. Ger qirare dûrî hibba dilnişîn bim, konci zindan bo mi qesrek dilribaye ez li vê nakim qusûrî, dê visa sebrê bikim ser ta weten tenha bimîne.

Ne nikarim biçme der mîrê dinê destê niyazê bikme pil, bo du rojê jînekî sar kûtekî tenha sitînim. Bibme ker ga bibme seh van. Ma ezê ta key bimînim? ta ku xwe erzan firoşim. Dirhem û dînar û kincan bikme armancek qevî dil van du rojê axirê. Şahi mêranî firoşim bêbiha bikme bi destê nakesan de? ne nikarm, ne nikarim.

Ez kirim kincê mirovan, ta ku derd û xem bizanim, xwe nekim zindani xew da. Dest û zenda hilbidim zevyê nekêlayî bikêlim. Gulizaran bikme rengîn, singê zozanan biçînim. Desti alaxa zemanî dûrî revşa gul bikim. Baxi pir bit bîte rengîn ta ku bilbil nexmeyan teqdîmi işqek pak û bêdavîn biket ta roji roşen her bimînit.

Xwîn şirînim ez nikarim vê dinê tenha bimînim. Destê xem danêm bi çokan sûreta yeisê bixwînim. Ev civane aşiqel cindîtiya xwe. Em bi pê vî diçne der malê bibînin, mehveşa dil kir kovan da. Lev re ez aşiq bi Leyla, Zîn û Şîrîn û Şeker mam, ketme zindana xeman de bûme ava gerdena vê. Bûme Zêrek pir biha, hez dikim ez bibme toz û bibme axek bê beha ta ev şirîna pir beha pê li ser çavê mi dane min biket kana telayî. ez bi vê bibme beşer ta ez bimînim.

Yêke din bejna bilinde, serbilinda rindi rinde, şevçera zozan û gunde, pir şirîne xemrevîne, dilriba wek vê çinîne. Pir li ave sorgulêt vê xenderûne Damenêt vê mêrg û çîmen kesk û sorin. Bûye mesken bo xezalan. Ev Gulistane gelo lavo xolamim ez li vî erdî de erdim sûsen û beybûn û askan nabe ber min bikne reş beş, van gula nav xwe bikin beş, aşiqê bejna welatim nademez ava heyatê ax û toza singi rabû. Ev li îman bû gula min. Aşiqê işqa weten her aşiqê işqa xudaye.

Vezn : Faêlaton
Behr : Tevîl

Senendec 05. 10. 2005
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com