Mêrê Dihek û Jina Çilek. Hebuye Tunebuye li heremekî mêr û jinekî hebuye; Merik rojek diçe bajêr hinek tiþtên xwarinê û kiþmîþ dikire û tîna mala xwa. Tiþtê xwarinê û kiþmîþ evin, Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazut e. De mizekin mêrik ji Jina xwa çi gotinan dibê je. Mêrik : Jinik, min li bajêr Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî, û Lazut kirîye û tu van tiþtana veþêre. Jinik nebe, nebe tu bi çilektîya xwa bîne bîra xwa û Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazutan bixwa. Dema rojek mêvanê me were emê bê xwarin û kiþmîþan nemînin. Bi Xwadê kim, tu îjar jî çilektî bike, ezê te ji lêdanê Sergêj bikim. Jinik : Mêrik tu pir þerm dike, min ji tera gotibu ez êdî çilektî nakim. Tu bê xem be, ezê xwarin û kiþmiþan veþêrim. Pistê soza jinikê demekî þunda mêvanê wan tê. Merikê dihek diçe alîyê Kulîne û bi wan gotinan, tiþtên xwarinê û kiþmîþan dixwaze. Lê jinik matmaî dimîne û tu bersîv nade mêrê xwa. Mêrik : Xatuna min, mêvan hatiye, xwarin cê bike û ji mera kiþmîþan jî bîne. Ey wax li helê jinikê, Jinik îjar jî, çilektî ya xwa anîye bîra xwa û tiþtê xwarinê û kiþmîþan xwariye. Belê jinik Lazut û Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî kiriye nav hev û li ser agir qelandîye. Lê demaku jinik li tehma Birinc mize kiriye, Birinc xwaþa wî çuye û Birincê jî xwarîye xilas kiriye. Lê jinik Mewûj û Hêjîr jî xwariye û xilas kiriye. Jinik ji ber tirsê, destêkî xwa dide paþ xwa direqise û bi dengekî bilind vî kilamê dibê. Jinik ji bê çarebuna xwa bi vî xeydê reqisandin û kilamên wekê dîlok van gotinana dibêje kû, merê wî fehm bike û wî carekî din çilektî kiriye. Belê jinik, ji ber tirsê vî dîloka hanê li ser çilektîya xwa rêz dike. Jinik : 19. 10. 2005 |