PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Êsê û blodo
Çîrokê çîvanokê [1]

xetxetokê.
Xeta mişkê
ya dupişkê.
Çiring û miring,
min xweş xwar,
dîkê mamo çû ser kar.
Kar piçan
qûn miçan,
tirek avête koma keçan,
keçên gelyê hirçan.
Danî kuran bi kuçan.
Danî mêran bi bêran.
danî jinan bi kunan.

Jinek hebû, behlûle bû.

Jêre digotin Êsê.

Rojekê ji pîreke dirawsê

Êsê, dipirsê ...

Mala tevinkerî naskir.

Çû govê , tûrê gulokan ji dîwarî hilkir,

bi destên xwe teptipand, ji tozê weşand ,

li pişta xwe girêda,

dergehê malê, di pey xwe re dada.

Êsê ji xwe re got :

Berî Bilodo ji nava gundî vegere

û rêbwara min biguhere

Ezê biçim vî gundê han

merşekê ji xwe re bidim radan.1

Rîsê xwe ezê li tevnê xim

da ez mala xwe bi merşê rêxim .

Tifek li binê pêlava xwe kir

dilê xwe bi rêbwarê xweşkir.

Êsê gelek caran , dikete xewnan,

ew dikete cîhana gumanan ;

li gel tilûr û dar û devî

Êsa peledînî dipeyivî.2

Li ser şiverêyek 1 diçû

bi ser ti mal û waran ve nebû.

Ewrek li asmanî tarî bû,

bayê barînê gelekî sar bû.

Tavîyek 2 barana xurt lêkir

Êsa bêpergal 3 şil û pilkir.

li rexê rê , li nêzîkî darekê,

kete bin berestarekê 4

Tavîyeke biharî bû, bihar jî li dawî bû.

Baranê vekir.

Rojê germa xwe li deverê belakir.

Êsê hinekî pêjinî ,

li pirgala xwe girî, paşê kenî.

Bilez diçû, ageh li xwe ne bû.

Giha goleke avê, li kenarê golê,

li ser kevirekî rûnişt .

Ruyê xwe bi ava golê şûşt

Li ber tavê, laşê Êsê ku germ bû ,

li xwe hişyar bû.

Guhên xwe pêlkirin 5 ;

di golê de qurqura beqan bû.



Cihê wê li ser kevirî leq 1 bû;

li dengê beqekê, sewdanê 2 wê leq bû.

Hate bîra Êsê , rîsê li nava tûr,

tevna merşa wê û rêya dûr.

Gelek bi hêminî, bi rengê xwehêtî,

li gel beqê axivî : Xuhika minê !

Hey tu ji hinavê dayika minê !

Di navbera min û te de , bi nehênî;

ji te dikim hêvî, tu yê nekî dengênî.

Rîsê min î ji hirîya mehê, û hinek ji ya berxî,

tu dê merşekê ji min re li tevnê xî.

Eve tûrê gulokan û rîsê min e,

heftiya bê weke îro, qewlê 3 hatina min e.

Êsê rabû , xatir ji beqê xwest,

zivirî malê dilxweş û mest.

Qewlê Êsê hat.

Roja civînê di anîya wê de hilat .

Barê nehênîyan ji ser milê xwe rakir

û ji mêrê xwe re eşkere kir.

Wê got : Min merşrk daye çêkirin,

gelekî sipehî û rengîne.

Li sersalê dê mala xwe pê bi xemlîne.

Dilê Bilodo , bi van gotina xweş kir.

Lê wî ji Êsê bawer ne kir.



Berê xwe ji wê guhert, û xwe nebihîstî kir.

Di ber xwe de jî , wî got:

Ez niha deng nakim,

bi te re jî şer nakim,

lê eger te merş , an jî rîs ne anî,

hingê ez leheng û şêrim,

ezê te bi vê kêrê bigurênim.

Bi roj hilatê re , Êsê nanê xwe , li tenûrê peht 1 .

Kulorek 2 nanê germ xwar, û yek ji Bilodo re,

di nav rûnî de çand 3 . Êsê ji malê birêket.

Hate bîra Êsê ,

ku ew , dê li ber avê, ji beqê bi pirsê.

((Bi pirsê mirov diçe xursê))

Giha cevanê xwe.Û bi çavên xwe dibîne,

li dîmenê erdê jî ew dixwêne:

(Ew cih û war e, lê ne ew bihar e)

Rexên golê hemî qelş 4 bûn,

binê wê ziwa bû,

av û beq di nav de, ne xuya bûn.

Ji nû li xwe zivirî, bi toreyî kel girî,

wê çol hemî pişkinî.1

Li kêleka latekê , li nav binê kortekê,

xwelîya ji arê daran, mabû li şûna waran;

sêkuçkîya 2 tifkê bû, ji tenîyê reş bûbû.

Êsê êrîş bire ser, xwelî dêra ji derda,

bextê wê tim sipî bû, kuçek zerkir di nav de.

Êsê li kevir nêrî, û dilê xwe pê xweş kir,

ji nav xwelîyê derxist, û bi dawa kirasê xwe paqij kir.

Zû ew kire pizya 3 xwe, kir bihayê mer+a xwe.

Bi dilekî toreyî û pir bi kîn, ewê got :Ev kuçikê zêrîn,

maye li şûna beqê, ezê ji xwe re bibim,

da ji kulan , ew biteqê.

Bi rewşeke bê pirgal, êvarê ew giha mal.

Ne merşik û ne rîse,

zûka li ser kulavî, li ser balgehê nêvî,

ewê serê xwe danî.

Yekser Bilodo zanî.

Got merşika te kanî?

Bi tirsekê bersiv da ; got ma ezê çi bêjim !?

Ez nexweş û sergêjim.

Hêrsan 1 dabûn mêrê wê, guh neda mehdera 2 wê.

Êsê girt û berneda, li sitûna darînî,

ya ku li nava xênî, bi werîsî girêda.

Dar hilanî û lêda.

Êsê fira 3 wê ne bû, hêz da hewar û girî.

*iva li destê wî bû, laşê Êsê dibirî.

Kêçên 4 li nav pişta wê, ji ber lêdanê firîn;

ji mirinê direvîn.

Xwe guhestin pizya wê, singa Êsê gez kirin.

Kêçan ew neçar kirin; divê xwe bixwerîne,

xwerha li nav singa xwe, bi neynokan bişkîne.

Dest wê kire pizya xwe, ji nû hate hişê xwe;

ji nişka ve ew kenî, dinanên xwe qîç kirin

Ji wî re got ezbenî !

Ev kuçikê zêrînî, yê tifika beqê ye,

di girewa 5 merşê de, ji bo xwe min ew anî.

Zikê mezinî beqê, ji qehran dê biteqê.

Çavên Bilodo zeq man.

Darê li nav destên wî, dibû tembûr û keman.



Kebanîya xwe maç kir, mehaneyek jêre got .

Êsê bi wê hate lot.1

Ji sitûnê 2 ew vekir. Rabû şîvek wî çêkir.

ji Êsê re pir xweş kir.

Êsê êşa laşê xwe, wê kêlîkê ji bîr kir.

Bi gotineke hevrîşmî, li ser xwe û bi nermî,

di guh Êsê de, wî got: Ev kevirê tifikê,

ma wê li vê dê çikê !?

Rake ji naverastê, ji vir wî zû hilêne,

bêxe binê sebetê.

Divê tu winda nekî, wî şanî kes jî nekî.

Ev girewa merşê ye, lê kevirê beqê ye.

Þadî bi hev re mihtin, bi dilxweşî nivistin.

Çend rojek çûn bi ser ve,

Êsê derkete derve; gerek li nav tarê bû.

Firoşyarek hate gund , kera wî barkirî bû.

Gustîlik û bazin, ji rengê zer î zêrîn,

û tenekeyek ji helawa nermî şêrîn.

Dilê Êsê mizmizî, ber bi malê ve bezî.

Kete hewşê û bi vê rewşê:

Koşa xwe berbelot kir,

destê xwe bi kozikê ve dirêjkir.

Mirîşka Êsê kurk bû ,

hêkek di kozikê de ne bû.

Li hirîyê gereha , hirî jî nebû,

hirî li ser teşîyê ristibû.

Destê xwe , li çavîya kuwarê peland,

mistek ji genimî ne mabû ; genimê malê, hemî tov bû,

Bilodo li nav zevîyê çandibû.



Ma sebet 1 û ma kevir,

Êsê kevirê zer , bi xwe re bir.

Ew camêrê firoşyar, gelek zana û hişyar,

neçû kêşa bazarê, xema wî a serekî;

kes wî nebîne li tarê.

Bi lez kevir hilanî, li kûrika 2 xwe danî.

Bi Êsê re ew kenî, hevsar kire destê wê,

hevsar û ker , li gel hemî barê wê.

Êsê gelek bi şahî , ker û helaw bire mal

Ji helawê gelek xwar.

Bazin , xirxal û ristik 3 , xemlek li bejna xwe kir.

Þehek derxist ji têrê pora xwe jî pê şeh kir .

Dem gihabû êvarê.

Êsê derket ji malê, diçû pêşya mêrê xwe.

bi şahiyek bê sînor, liba dikir destê xwe.

Bû xişxişa bazina; torine şengejin e

Bilodo ew ji dûr ve dît .

Got: Ev bûka han kiye!?

Xwene ew jina min e!?

Ku nîzîkî Êsê bû, tepek li serê xwe da.

Hevsarê hespa kînê, wî ji destên xwe berda.

Qirka wî jî zuwa bû, hiş li serî nema bû.

Dema ku, ew gihayê, da ber kulm û pehîna.

Laşê Êsê nermijand, li nav xwînê gevizand.

Bilodo zû , çûbû mal, mala bê rewş û pirgal.

Palda li nava xênî, birçî serê xwe danî.



Li çoleke nependî, Êsê mabû xeyîdî.

Kurkek li wir xuya kir.

Çîçikên wê li gel bûn, ji wan re wê qupqup kir.

Ji çîçikên xwe re got :

Rabin îdî xwe karkin, emê ji vê dê bar kin.

Rûyê Êsê geşdibû , wekî pela kulîlkê.

Dilê wê pir xweş dibû bi dîtina mirîşkê.

Di ber xwe de ewê got : Xweha kurkê hatiye.

Bilodo ew şandiye.

Ewê gelek bixwêne,

da ku min û Bilodo , îşev li hevdu bêne.

Lê ku êşa laşê wê, û rêbaza Bilodo ,

hemî hatin bîra wê, tîrek da kezeba wê.

Kela dilê wê fûrî, li rêbazek nezanî,

keserek pêre veda, bersiv li ser zimanî

got , xwehika qupqupê!

Bilodoyê mêrê min, mejî sivik û dîn e.

Wî bi darî li min da, laşê min tev de xwîn e

îşev nayêm li gel te, dilê te jî nemîne

Civîna wan dom nekir;

kurka bê hiş û bêkêr, derdê Êsê nasnekir.

Bi şûn xwe de ne nêrî, heme qupqup jî ne kir.

Dibin konê şevê de, Êsê li çolê mabû.

Wê rebena bê sewdan, ageh li xwe jî nebû.

Penda bav û bapîran, ku ji me re dibêjin:

(Þşev yeke diz hezarin)

Dizan xezna mîr dizîn, li devehê barkirin

hemî bi xwe re birin.

Derengîya şevê bû

xewa Êsê ji derdan,

ji çavên wê revî bû.

Li rêbwara xwe ku diz , li tariyê ew diçûn,

li rêkevta qederê, li Êsê ew nêzîk bûn.

Êsê ji êvara xwedê de ,

car caran wê ba, ji ber xwe diberda

lê wê carekê jî ne mîstibû

û ji berî helawê bixwe,

şebeşekî navik sor jî xwaribû.

Ku mîza wê hat, coyek ji kehnîyê derbû.

Li çûçika 1 rûnişt, li ser lingên xwe

çîtek 2 jî kire destê xwe.

Li pêşiya mîza xwe, Êsê co divekirin.

Çar co ji mîza xwe re çêkirin.

Û her yek berê wê da rexekî.

Bi dengekî bilind,

bi mîza xwe re , Êsê diaxivî.

Dengê Êsê bihîstin, dizan ji hev re gotin:

Leşkerê mîr va hatin , rêge li ber me girtin.

Diz revîn ,

deveh û zêr li wê deverê hiştin.

Deveh bitenê mabû, ageh li tiştekî nebû.

Li wê çolê digere, da ji xwe re biçêre.

Giha nêzîkî Êsê, xêra ji mizgevt û dêrê.

Êsê gelek bi şahî, bi pîr devehê çûbû.

Li cara bûrî , ku bi kurkê re neçûbû,

Êsê gelek poşman jî bûbû.

Li destpêkê , gazindên xwe dike,

gelek dibêje û dibilêne,1

ji pirtoka xemên xwe, gelekî ew dixwêne.

Li dawîya pirbêjî, û gotinên xwe ên rijî,

Êsê bi devehê re hate rayê,

dilê wê neşikand sozek dayê ,

û jê re got : Xweha situdirêjê!

Ezê rêza te bigrim,

vê carê jî li Bilodo vegerim.

Hevsarê wê, li destê xwe danî

û pêre dipeyivî:Divê tu jî , li mala me bimênî,

çend rojan bi mêvanî.

Herdu bi hevre bûn heval.

Di bin perda şevê de gihane mal.

Bilodo li bêdengî, û gelek bi nehênî,2

barê zêran , ji ser pişta devehê peya kir.

Deveh û bar wî kirin xanî.

Êsê li kuncek dirêj kir,

bi cilekê nixumand , û tebek 3 bi ser de kir.

Piyanek 4 ji savar û hûrik, li dora tebekê werkir.



Ji nû, ji Êsê re got :

Çavqoqulonek 1 hatine gund , ê çavên te biqoqulînin,

ji çalika 2 wan jî derînin.

Êsa reben xwe ker kir, û wistên jî, wê nekir.

Bilodoyê pir jîr, Êsê kire ber nîr.

Kurk bi çîçikan ve, li nava xênî berda,

dergehê malê jî tekûs dada.

Çîçik û mak diçêrîn, niknik dikirin û difirîn.

Êsê ji çavqoqulonekan tirsa

di bin tebeka şivikî 3 de, germbû , ji xwe re vehesa.

Ew gelek mandû 4 bû, xema wê tenê xew bû,

ageh li hinera Bilodo nebû.

Bilodo jî zend û bendên xwe kurt kirin,

zêr hemî di sebetekê de,

û di binê koxê de, binax kirin.

Wî deveh serjêkir. Beroşa qeliyê li kuç kir.

Bi rojhilatê re qelî hilanî, di kûz 5 û meşkan de, bi cih kir.

Xanî ji xwînê û ji qerêjê paqij kir.

Wî karê xwe tekûs kir,

serê xwe ji gomanan vale kir.

Êsê ji xew hişyar bû,

çavqoqulonek pirsek , ya li ser zimanê wê bû.

Bilodo bi hişyarî, çîroka çavqoqulonekan,

ji Êsê re vegerand û di serê wê de çand.

Paşê çû ser karê xwe, lê wî gote jina xwe:

Divê tu qelîyê bi kes ne dî,

ji ber dergehê malê jî neçî.

Keja 1 malê bi rêse, li ser kulavî rûne,

Wekî jin û çelengan , werîsekî bihûne.

Hemî rojan wê dersê , ji Êsê re dibêjê.

Rojeke payîzî bû, asman ewr û sayî bû ;

Jineke çeleng î sihrebend, li kazîwan kete gund.

Bi hêvî û bi lavan, pirsê dike ji malan.

Pirsa goştê devehê, wê kir ji xort û kalan.

Gihabû mala Êsê,

Êsê li pêş deryê xwe , ew teşiyê dirêsê .

Kopalê wê bi deste, li rex Êsê rawesta.

Pişta xwe ser de xûz 2kir , rojbaşîyek li wê kir.

Bi kelgirî ewê got : (kezeb li Êsê disot)

Kurek tenê min heye, dilêr û qehreman e.

ji bo min ew semyan e, serçaviya jiyan e

Lawekî nû zava ye, li şûn bavê xwe maye.

Gelekî ew nexweş e, mehek li nav ciha ye.

Êşa wî pir giran e, hin textor û hekîman,

gotin goştê devehê, ji bona wî derman e.

Ji bo wî xortê zava, dilê Êsê şewitî,

agir dabû hinava.

Êsê rabû ser piya, xwe nêzîkî pîrê kir.

Gotin ji dev dipekîn, bikelgermî destpê kir:

Got mêrê min Bilodo, wî devehek ser jêkir.



Di bin destê şevê de, qelî Bilodo çêkir.

Me ew danî li dîza, li nav cer û li hîza 1 .

Hemî li bin sitêrî, li malikên kulîna2 ,

tekûs me ew bi cih kir.

Lê ez îro li ber te, gelekî şermezarim;

jin ku darê şkestî, li vê malê neçarim,

bindarîya3 wî dikim, bê heval û hawarim.

Bi wî xwedayê mezin, ji vî goştê devehê,

bidim te, ez nikarim.

Pîrê bi dilteserî 4 , destê Êsê zû berda,

pê sivik û lez û bez, dizivirî bi şûn de.

Berê xwe da mala mîr, di nav destê wezîr de,

pîra jîr û jêhatî, vekir girêk û bend e.

Got : Nîşanek min zanî ; goştê deveh li gund e.

Wezîr bakir polîsan, di serê hev de xwendin.

Bi hişyarî û tekbîr.

Got: Hun herin cem Êsê , zû wê bînin mala mîr.

Ji min bigrin vê dersê; bila ji we netirsê,

da em ji wê bizanin, evê çîrok û pirsê.

Li fermana mîrê xwe, leşker zûka siwar bûn,

di ber mala Êsê de, ji ser hespan peya bûn.

Li ser xwe û bi nermî, bi degel û serbestî,

ji Êsê re digotin: Ferman ji mîr bi rastî;

Ji bo koçk û mala xwe, ewî îro tu xwestî.

Dilê Êsê di cih de, bi vê fermanê xweş bû.

Di ber wan de zû rabû.

Dinanên xwe qîç 1 kirin, û ji wan re ewê got :

Li ser sera û çavan, bersiv bi germî dabû :

Çûna min a mala mîr, ji mêj omîda2 min bû.

Lê hun dilê xwe negrin, 3

ji ber dergehî naçim, dergeh li gel xwe tênim.

Ma ka hun ê çibêjin?!

Bilodoyê mêrê min, îro wî gotiye min;

ez dergehê mala xwe , bi şûn xwe de nehêlim.

Êsê rabû dest pêkir, tifek li destê xwe kir.

Li dîwarê dilê xwe çira hêviyan pêxist,

darê dirêjî dergeh, ji nav siyanê 4 derxist,

Ji dîwarî, wê vekir, kula dilê xwe derkir.5

Bi werîsê mala xwe, Êsê bi dest û benda,

dergeh li ser pişta xwe, bi tundî wê girêda.

Got :Ez îdî natirsim, li tiştekî na pirsim.

Serdarê leşkeran got :

Gelî dost û hevalan, bidin yek ra û takbîr;

dergeh li pişta Êsê, emê çilo wê bibin,

deynin li pêşwazî mîr?!



Çara wan jî ti nebû, lavlav kirin ji Êsê,

ku ew dergrh bihêlê, dergeh bigrê li malê.

Þorek 1 neçû serê wê, li cih rûnişt û girî,

got :Hun serê min jêkin, ez nalivim bê derî.

Beramberî Êsa dîn, leşker mane bê ferman.

kula derdê nezanî, nexweşiya bê derman.

Qehra dilî ser ve çû, ji Êsê ew tijî bûn.

Li rêbwara mala mîr , li vê kêrê neçar bûn.

Li pey Êsê ketin rê, siwar hatin peya çûn.

Êsê giha mala mîr, mîr got evaha kîye?!

Dergeh li ser pişta wê, ma ew ji bona çiye?!

Rabû ser xwe yek wezîr,

destê xwe dane ser hev , bersiv zûka dabû mîr.

Got :Ey tu mîrê mîran !

Kêşa me a pir giran, deveh û barê zêran?!

Dergeh li pişta Êsê, barê wê jî giran e,

hewqas neke guman e, ji bo me ne ziyane2 .

Qelî li mala wê ye, go+tê deveh nî+an e.

Hêvî dikim ji mîran ,

xemê nexun hun îro, ji gotinên wezîran.

Raste ev jin ku dîn e, sewdanê wê jî nîne.

Bi fermanek me anî, li gel dergehê xanî.

Em dê ji wê bi pirsin, xweş em vê jî dizanin;

yekem diz mêrê wê ye, divê ji wê bizanin ;

barê zêran li kû ye, hevaldizên wan kî ne,

çawe xezne dizî ne.

Mîr pêjinî 1 û paşê, destûr dabû wezîrî.

Wezîr bi sergiranî, wî jî digote qazî.

Qazî digot : Birazî ! Ne tirse tu ji pirsa.

Bo min bêje navê xwe, ka mêrê te çi kese?

Kengî deveh serjê kir?

Li kû qelî we çêkir?

Dema Êsê dest pê kir,

bi gotinên bê wate, serê civatê gêjkir.

Wê got belê ez benî ! dev qîç kir û dikenî

Þeva gonê belo ye ; çavqoqlonek dihatin,

çavên gelek mirovan, bi nikilan derxistin.

Ma li bîra we nayê, şeva badev û bayê?!

Mîr bi dilek şikestî, kêr ku gihabû hestî.

Ewî gote civatê:

Vê çîrokê vebirin2 , rabin ji vir zû herin.

Bi wê anya bavê min,

eger Êsê ku dîne , lê hun ji wê dîntirin.

Dergeh ji piştê vekin.

Dergeh û Êsê bibin.

Hun bi wê re deng ne kin.

Wê bighênin mala wê,

bisipêrin mêrê wê.

..... / 07 / 1998
www.kecakurd.de





Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !