Doza Kerê Rencber...!Doza Kerê Rencber...!Li nav dehl û rezan de, hebû ajalek bi navê kerê bêdar. Hertim, bi gazin bû, bi loma bû, li ser mirovê kedxwar. Te jêr digot ; kero tû çawaye? digot rewþa wek doh û par. Kar dikim bê rawestan Zivistan û Havîn ta Payîz û Buhar. Û her êvar li bende, lawê adamim ku bidmin hinek qîvar. Nîne ji mir li vê cîhanê xwedî û parêzer. Êm jî hertim çar ecur û sê çar gêzer. Li serwan jî xwedî xov û tirs û azwer. Her sal derbas dibe, ez dibêjim xwziya bi par. Ne bi pêþ û ne bi paþ, ewe jiyana tim dijwar. Kero tiþkî fam ne dikir, ji pevî her û wer. Jiyana wî tenê kar bû, nizanî bû çiye ger. Kêfa wî ji Lenîn re dihat, digot ; ew ji bo min rêçber. Dozdarê Sosyalizmê bû, ta ku xelas be ji destê Serwer. Me got kero karê te eve, ma ti dixwazwê bibe Mîr. Got ; ez dozdarê wekheviya ajalên ciwan û pîr. Em hemu sewalin, boçi ji hinek re þîr û yêdin re sîr. Ker hemu ne gêjin, gelek ji wan hene, mêr û pir jîr. Em ê mafê xwe bistînîn, ji mirovê zordar. Û rizgar bibin û bilind bikin Ala kedkar. Ta ku venegere, kedxwariya mirovan tû car. Dîsa em newestin û nebînin zulm û bêtar. Ez ajalim, dibêjim kerim ne alîgir. Di bin barde bi hêzim, wek hogir. Doza min, jiyan hinek bibe baþtir. Bide min, wek ez didême ne bêhtir. Ez jî zindîwerim, neke vir. Ukranya , Kiyev - 23. 11. 2005 Kiyaksar Temirhttp://www.pdk-xoybun.com |