Xortê Kurd Kîye ?Xortê Kurd Kîye ?Pir mêrxas û serbilind Ew ji bo me çire û stêrk find Xebata wî bo em nebînin êþ û derd Li Hewlêr û Qamiþlo ta Urmiye û Serhed Di zanîngehê de xwendevanek biked Di civakê de jî mirovekî pir comerd Dadparêzê xelkêxweye li bajar û gund Jîre û jêhatiye wî nerawestîne tû bend Tekoþîn ji bo wî maye ta sermed Ta çêke dewlet bi serok û xwermend Ew çemê bi hêrse ne avamend Nêviyê Kardox û Kelhor û Med Daxwaza wî tim Kurdistanek azad Li ser bengeha demoqrasî û dad Û xêz bike li dora wê sehad Ji min ji tere xoto yek pend Doza te pîroze tû carî berned Bibe hertim bi hêvî û omed Ji bo me Kurdan ew karekî rind Ta ku xelas ke Kurdistan ji qeyd Û rizgar be ax û xak û erd Wê demê em ê bikin dîlan û govend Wê bistrên dar û gul û berd Ji nûve þên bibe evîna Xecê û Siyamend Û Kurdistan vegerê welatê Med Ukranya , Kiyev - 25. 11. 2005 Kiyaksar Temirhttp://www.pdk-xoybun.com |