PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Malpera Xoybun amadeye cîh bide dîtin û ramanên Kurda û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê biparêze.


Bi angorê ku birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu jî gotiye PDK - Bakur, ji alîyê Mîta Komara Tirkiyê ve hatiye damezirandin. Ji ber vê sedemê, demekî dirêje hinek rêxistin û kes êriþ dibin ser birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu. Ji wan kesan yek, bajêrî yê xebatkarê malpera me Kutbettin ÖZER e û yek jî nivîskarê Xoybunê birêz, Adil Duran e. Lê nivîsa birêz, Adil Duran hinekê din nerme û wekê bang û rexneye. Em bang li wan kesana dikin bila di dêla ( þuna ) hinek kesanda Pênûskêþî yê nekin. Hewceye em Pênûskêþî ya berjewendîya netewa Kurd bikin. Belê dibe proplem di mavêna kesên xudîyê Rojnama Peyama Kurd û Ahmet Zeki Okçuoðlu da hebe. Dibe proplem ji kurbuna sîyasetê be. Lê agahdarîyê fermî ( þexsî ) çareserî nayne. Ger proplem sîyasî be, dibê PDK - BAKUR bi resmî, wekê belavok bersîva gotinên birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu bide. Na proplem fermî ( þexsî ) be dibê xudiyên Rojnama Peyama Kurd bersîva birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu bide. Armaca me, ne dilêþandina kesane. Em hêvîdarin tu kes dilê xwa ji me negire. Lê em dibêjin birêz, Kutbettin ÖZER di nav þaþîtîyêda ye. Herwiha helwest û nivîsa birêz, Adil Duran jî, þaþ tê fehmkirin.

Ger kesên din êriþê birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu bike malpera Xoybun amadeye bersîvên birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu, biweþîne.

Nivîsên liser birêz, Ahmet Zeki Okçuoðlu hatiye nivisandin, me di Xoybun Arþîv'ê da, girtiye arþîvê. Dema kes anjî rêxistin, ji boy vî nivîsa me ya iro erîþ û rexneyên bi dujmintî li hember me bikin, emê hinek tiþtan veþartî eþkere bikin... Van tiþtana armancên hinek kesan ser û bin bike. Lê em naxwazin tevdanan curbecur çê bikin. Em pirsên xwa dihêlin hetanê roj û dema me were...

Em armancên malpera Xoybun ê li jêrê diweþînin.


PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN - XOYBUN


PDK - XOYBUN


Armanc û Mîsyona me :

Wek tê zanîn gelê Kurd di demekî tevlihev û dîrokî de derbas dibe û divê ji bo pêþketin, serkeftin û azadîya gelê Kurd em tev bi hemî quwweta xwe bixebitin. PDK-Xoybun.com malperekî Sîyasî, Hunerî û Çandîye û Redaksîyona wî ji alîyên xebatkarên kevneþopên PDK-1965 tê kirin. Armanca PDK-Xoybun.com pêþketina PDK di bakurê Kurdistan de, çareserîya paþvemayîna partîyê, nasandina mîsyona PDK yê, tekoþîna siyasi û xebatên liser dîrok, huner û çanda Kurd e.

Armancên PDK - Xoybun.com :

Nasandina mîsyona sîyasî ya PDK yê

Xebat ji bo ji holê rakirina kêmasîyên li ser Dîroka Kurd û Kurdistan di internetê de

Lêkolîn, guftigo lis er tekoþîna netewa Kurd, þaþitîyên sîyasî yên tên (hatine) kirin, niqaþên li ser stratejîya siyasî ya pêþeroja Kurd

Tehdeyîyen Siyasi û civakî li ser jîna Kurd û çareserîyên pirsgirekên Jinan

Xebaten li ser çand û hunera Kurd û nasandina berheman

Xebat ji bo yekîtî, pêþketin û serkeftina gelê Kurd, lêkolîn û xebat ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî, sîyasî di nav Kurdan de.

PDK-Xoybun.com wê bi weþana xwe hewl bide ku pirsgirek werin çareserkirin, ji ber vî wê weþanekî positiv were kirin û wê armanc çareserî û pêþketin be, ne heqaret, rexne, û mezinkirina problemên Kurdan be.

Herçiqas ev malper ji alîyê kevneþopên PDK li Bakurê Kurdistan hatibe amadekirin ji, her Kurdekî dikare bi qaideyên weþanên PDK-Xoybun.com ê ku li jor hatiyê ziman fikir û ramanên xwe bi azadî di vê malperê de bide weþandin û bîne ziman.

Redaksîyon : PDK - XOYBUN.COM

PDK - XOYBUN

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf