Xebata bi çek ya a bi dek ? Xebata bi çek ya a bi dek ?Kurdistan li dûr dike nalîn û digrî Rewþamin xerabe ne saxim ne mirî Zarokên min, xelas kin dayikê ji bin destî Bese ev çend sal jiyana êþ û perîþanî Pirs kir ji Cudî ; kanî tekoþîn û xebat ? Ev çi rawestine, millet bûye wek pût û lat Têmin dengê hêrsa Dijlê û Firat Lê di nav we de bêdengayî û tebat Cudî bersiv da bi dengek xemgîn Dayê îro dikin doza rûniþtin û civîn Dibêjin dem nedema çek Ramyarî ku xebat bibe bi dek Pristîje kincên kravata û þavqa Û rûniþtina kursiya û li paþ masa Kevin bûye þal û þapikên Pêþmerga Û xebata azadiye li sere çiya Bilind dikin ji dijminre Ala aþtiyê Di nav xwe jî dikin þerê birakûjiyê Dibêjin bi riyê diplomatîk em ê bibin serbest Hewledan jî dikin ku me bikin pê serwext Li rojhilat ji bîr kirin Qazî û Qasimlo û þerefkendî Pirê wan gotin Kurd û Firs birane û ji nijadek Arî Li bakur bang dikin bi aþtyê, bi Çiler û Erdoxan Kevin bûye îro riya xebata, Zîlan û Mazlum Doxan Û ji bîr kirin ku di zindanê de birêz Ocalan Li Baþûr dixebitin ji bo verestina pisgirêka Þiyî û Sûniya Kerkûk jî dinale di bin destande wek sêwiya Li rojava jî partî bûne wek Keroþka Aviz Her heyv ji yekê çê dibe sê, û her yek jî dibêje ez Doza wan bûye nasnameya ji bo 300,000 kes Û ji bîrkirin, ku ev nasname ya dewleta Baas Dayê eve rewþa zarokên te Fermo çend gotin jî ji bo te Erê Cudî, di dilêmin de aran Li ser neviyê Midiyan Kî got azadî tê bi dan û standinan Bi kêre bikin aþtî û rûþtinan Bi Firsên ku dibêjin, Kurd nîne netew û ew berek ji mene Yan bi Tirkên, ku dibêjin Kurd Tirkên Çiyayî ne Yan bi Suriyê re, ku dibê je Kurd gocber û Qereçîne Yan bi Erebên Iraqê xwediyê Enfal û komkûjiya Helebce * * * Na gelê min, jiyan xebate Xebat ji bo azadiyê ye Azadî mafe ji her netewre Ne bi riyên dîplomatîk Hitler þikest û çû Û ne bi riyên dîplomatîk Viatnam azad bû Aþtî ku tine be jêr merc û binetar Dibe wek aþtiya axayê kedxwar û cotkarê kedkar Çiye aþtî ? ! ku mafê min di destê wan de be Çiye aþtî ? ! Ku di girtîgehê de girtiyê azadiyê hebe Þêx Saîd û Seyid Riza û Qazî ji bo me bûn qurban Gelo, ma bîr nedibûn riyên dîplmatîk û civînan Kurdistan serbixwe nebe wê dûbare be Helebce û Enfal Rabe Kurdo bi çek û peynûsê dijî dijminê Dercal Daxwaza te bere bibe Kurdistanek yek Xebat bike bi peynûsê lê ji bîr neke çek Tû nekuje dijmin te bikuje, ev jêr dibêjin ceng * * * Bakur, xebata xwe nerawestîne, Tirko nade azadîcan Ma we ji bîr kir darvekirina Seyid Riza û Saîdê Pîran Û ne ji mêj de kûþtina zarokekî bi 33 gulan Di girtîgehê de heya mirinê Abdulla Ocalan Xebata me ji bo azadiyêye, piþtre aþtî ez qurban Baþûr, warê Þêx Mahmud Keyê Kurdistan Kaniya xebata azadiya nemir Mistafa Barzan Kurdistan ne tenê Baþure Lê Rojhilat û Rojava û Bakure Ew li bendî we ne û bi hêvîne Rojhilat, canê min, bere dijmin te nexapîne Bike bi wesiyetnama Qazî Mihemed û bixwîne Ji bîr neke ji bo çi bû xebata Axayê simko û Qasimlo û Þerefkendî Heg te ji bîr kir ez ê bêjim, ji bo te xelaske ji bindestî Rojava, bere serhilana Qamiþlo nebe ya dawî Bikin wek digot ji mere Apê Osman Sebrî Çi gereke nasname, ku em dijîn di bindestî Xwesteka me welatek Kurdî û jiyanek azadî Bere dîsa Sînema Amudê neþewite, Zarok dixazin Zanîngeh û Dibistan Ku tê de bê xwendin helbestên Cegerxwîn û rêzimanên Mîr Bedirxan Kurdistan azad bibe em ê þa bibin gelek Ew demê bikin aþtî bi Ereban re û Firs û Tûrk Ukranya , Kiyev - 01. 12. 2005 Kiyaksar Temirhttp://www.pdk-xoybun.com |