Leyla Qasim û Keçên KurdanLeyla Qasim û Keçên KurdanTû bûye rêber û em bûne rêwiyên li ser rê Bi dar vekirin dijmin leyla me lê em didin pê Ta em tolê hilînin û rizgarkin kurdistan ji nav lepê leyla nemiriye ew heye li her malê keç girêdane serêxwe bi reþ û civiyane li dorê dibêjin leyla em bûne keçên amde ji bo mirinê ta ku em rizgarkin û xelaskin xaka kurdistanê emin keçên kurdan li ser riya leyla me daye cengê dest bi dest bi xortanre ta ku em bighên serkeftinê emê bidin li ser riya berxwedanê wek þêran dakevin meydanê ta ku em çê bikin kêf û sahiyê û bilind bikin li welat ala azadiyê * * * leyla li azmana heyve didime roniyê di þerande jî rêber didime hêviyê tekoþîn hat gava leyla hat dinyê jin rabûn û doz kirin serfiraziyê bilind kirin ala aþtiyê ji bo pêþerojê ku dîsa dayik negrîn û zarok nekevin gorê jin karin þer jî bikin ne tenê runin li malê hemu jin, ne ferqe ku bide yan nede serî þalê leyla navek giran ket dirokê li ser Cudî runiþiye wek bûkê bi giyanê xwe digere li Kerkûkê 15. 12. 2005 Kiyaksar Temirhttp://www.pdk-xoybun.com |