Xizan Þîlan : MÝRÎYÊ ZÝNDÎ MÝRÎYÊ ZÝNDÎ Di neynika dilê xwe de li nav qermîçokên eniya xwe pêrgî jana xerîbiyê têm pira hêviya min ya li navbera berbangê û asoyê hilweþandin toza bîranînên lanet bûyî bi kefa mistan bi ser min de daweþandin mayînên bagêje di mêjiyê min de teqandin nikarim xwe ji pencên kurtepista zimanê deyûzan biparêzim dayê çavsorî hesûdî û zikreþiya mirovên çeqel bîr û baweriyê li min diqurifînin jiyanek zindî mirî li min sîwar kirin di jiyana talanbûyî û giyanê xwe de bû me qulingê koçeber ji ber awirên þermok hîssa tawanbariyê û evîndariyê bêhn li min diçikê piþt li min xûz dibê dil li min zîz dibê di nav êþ hêrs û tirs û bêdengiya xwe de difetisim wekî ku ez ne ji te ji zikê janê çêbû bûm êþan bi awirên zexelane ez ji paþ ve xençer kirim hevsarê xemgîniyê xistin stûyê hêviyên min û þewqa fanosa pêþeroja min li min tefandin dayê ez niha ji piyala hesretkêþan keserkêþan û serxweþan hêstirên dilê te vedixwim û her roj bi zindîbûna xwe re dimirim li ber dîwarên kolanên hinavê min yên bênavnîþan kêlê gora min datînin Stockholm, 06. 09. 2005 Xizan Þilanhttp://www.pdk-xoybun.com |