Xizan Þîlan : XEWNA MÝN XEWNA MÝN Ez di xewna xwe de di xewna xwe de li ser axa þaristaniya Medya mîna Derwêþên Zerdeþt li dora çerxa dîroka qehpik semah digrim Ez di xewna xwe de sînorên Welatê xwe yên ji hev hatiyê qetandin bi werîsê teþiya dilbera xwe bi mûyê porê serê dapîra xwe yê hatiyê rûçikandin ji nû ve dirêsim Ez di xewna xwe de ji kuliyên berfa sar û sor ya qeþa girtî pêtala agirê pîroz vêdixim meya xem û xeyalan vedixwim jana eþqa dilê xwe ji kul û kederan dûr dixim Ez di xewna xwe de di hembêza þevên tirsonek de êþ û tirsa dilê xwe mîna qîz û bûkan bi kesk û soran dixemilînim bêyî xatirxwazî li hespê xwe yê kumeyt sîwar dikim ber bi þewqa stêrkan ve direvînim Ez di xewna xwe de bi saya awazê Karapêtê Xaço yê dilbiþewat û strana lawikê metînî kula birîndaran dilê evîndaran li germa havînan lê xweþ û geþ dikim Ez di xewna xwe de binefþ û beybûnên li ber dergeha hewþa jiyana xwe ya çilmisî û nîvmirî li ber reqs û lorîna dengê qîzên Hîndû bi þerbeta evînê av didim Ez di xewna xwe de mîna marekî heftserî dixuþim gewriya tofana Tsunamî diguviþim bi qêrîn û hawar li ser sîngê pêlên deryaya xopan xwîn vedireþim giyana zarokên li kolanan dileyistî keç û xortên bi dergîstî dayik û bav û kalan li Keþtiya Nûh bar dikim ber bi Çiyayê Agirî ve hildikiþim Ez di xewna xwe de bi zimanê qelemê xwe ji kevirê çar dîwarên zîndana tarî û rûreþ ya îmraliyê çirûskên agirê azadiyê diafirînim min got, Sîwaro ! hawara min ya bêdeng helbesta min ya bêferheng kirasê termê min yê heftreng hê ku nebûyê dereng di þevereþeke kor de bigêhîne evîndara min der û dorên min û tembûra min Stockholm, 21. 02. 2005 Xizan Þilanhttp://www.pdk-xoybun.com |