Xizan Şîlan : HÊLÎNA DİLÊ MİN ![]() HÊLÎNA DİLÊ MİNdilê min bûye hêlînaajovanê îstgehên belengezan bêkesan çilmisiyê girnijîna li ser lêvên min yê şermok bi zimanê gewdê xwe yê lal şirove dikim hest û ramanên xwe yên xesandî di nav derya ya kul û keder axx û keser tirs û hêrsê de avjeniya berxwedana jiyanê dikim ez tovên genimê jiyanê bi xwîdana eniya xwe ya cemidî bi xwîna firmêskên çavbelek yên bêxew av didim bi çirûska çira hêviya xwe taristana hêlîna dilê xwe yê serserî û dînik diçirînim di pêşeroja bênasname ya xwe de ji nû ve vedijenim di destê dilê min yê lerzok de dîploma hîssên tolhilanînê pênûsê min yê evîndar û birîndar ramûsanan dibarîne li ser mijangên rûpelên deftera nava dilê min yê bizdonek di hêlîna dilê xwe de bû me goga li ber lingên holka lîstikvanan pêş ve û paş ve digindirim ji hêlîna dilê xwe yê wêrane kevokên spî yê aştiyê ber bi mij û dûmanê reş ve hildifirînim ez awazê dengbêj Delîl Dîlanar yê dilbişewat datînim ser refa pirtûkxana ruhê xwe yê xapînok û dikevim nav xeyalên kovane Stockholm 05. 05. 2005 Xizan Şilanhttp://www.pdk-xoybun.com |