PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN PDK - XOYBUN
Cejna Bêlindê li Kurdên Êzîdî pîroz be.
Cejna Kurdên Êzîdî pîroz be.
Lalişa Nuranî
Malpera : http://www.pdk-xoybun.com, Cejna Kurdên Êzîdî li tevaya gelê Kurdistanê, bi taybetî li xwişk û Birayê meyên Êzdî ên Kurdistanê û ên li seranserî cihanê Piroz dike.
Ev Cejin herdem li vî demê salê tê kirin li cem me Êzidîyan. Di Înîya dwêda ji Çilê Zivistanê an kû Înîya sêyê ji meha Kanuna êkê ya Rojhilatê. Êzidî jî bi xwaşî qesta hemî nîşangehe xweyê pîroz dikin, li vê Cejnê. Ruh ( Reh ) û nîşanê ( rîşalê ) wê Cejnê di vegerte berî hezarên salan di ête gêran li cem me Êzidîyan.
Berî roja Cejnê Êzdî Sewka ( Kate ) dipêjin û kel û pelên cot û cobarî ji Hevîrî durist dikin û dipêjin. Ango wisa tê xuyakirin ev Cejin Cejna Cotyar û ketkara ye. Her wusa xwarinên taybet yên mîna Keşk û Meyre û Nîsk di ête duristkirin.
Li vê Cejnê her malek Êzdî serbirekê ( Pez an Mirîşk ) serjêdikin. Li roja Çarşemîyê yan Pêncşemîyê hemî malên Êzidîya û bi taybet Jinik sera zehmanê ( Goristan ) Gundî didin. Û li wêderê Sewka ( Kate ) û xwarinê bi xêra mirîyên xwe belave dikin.
Li êvara Cejnê demê Cotyar ji Cotê dizivirin, Gorka Gayî ( Agir ) di hête kirin. Û hemî endamên malê û ên Gundî divîya sê caran xwe li ser Agirîre bavêjin û Du a dikin.
Di êvara Cejnê bi şev Mezinê malê Xewlêrê, Ango Xewlêr Nanekî mezinê Mewuj bi veşartin dikin nav hevîrda û dipêjin ev Nan dibe Xewlêr û li ser pişta Zarokekî malê dişkînet û pirtên (qetên) wê bi ser endamên malêda belav dikin û ev Mewuj qeta Nanê kîda derkeve ev merov bi xelate û li cem Xwadê bi qedire.
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
LALİŞ
Ji ber dujminê hovû femkor dil rêş e.
Pêşmerge hatin bawerî bi şoreş e.
Bi gorê merova qeder li me reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Xortê Kurd şehîd bun buk bi gula reşe.
Hêsîr barandin qîz û bukê çav reş e.
Barzanî deng da bawerî bi şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Tirk, Ereb, Fars û Azerî tev bext reş e.
Xort û qîz bi bawerî duyê şoreş e.
Got dilsozim dawîyêda nerureş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Hespê li deşt dibeze, enî lê beş e.
Sar diwê azadî jîyanra pêşkeş e.
Cengawer amade li rêya şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Kurd kêyf xwaş e, agir gur û ne rureş e.
Gel jî wekê Kawa bi ceng û şoreş e.
Agirê Newroz bilind bu duman reş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.
Li malan şîn e jin bi tevgera reş e.
Dengê due xwandînê hat ji Laleş e.
Ji Zerduşt virda Kurd şehîdê şoreş e.
Bi mizeba reş sond xwar wan kal û pîran.