Xizan Şîlan : ZAROKÊ KOLANAN ![]() ZAROKÊ KOLANANzarokê kolanên xemgînan xerîb û bêkes stûxwar û belengaz tu jî çûyî nav refê wan Alîşan xizan û perîşan li kolanên xemgînan îro ser sala te ya şeşan li ber pozê te koma mêşan rapêçandibû canê te kul û keder û êşan ketibûyî xewa kûr li ber dîwar û koşan zarokê kolanan zarokê kolanên xemgînan hê digeryayî bi tena serê xwe di tenetiyê de bê bav û dayik bê xwişk û bira bê Xal û bê Apo bê nasname bê welat bê cîh û bê war bi qirîn û hawar tazî û birçî lingxwas û rût dilê te yê mîna barût wê biteqiya bipijiqanda çîrûskên xwe biçiranda tarîtiya şevê ronîbikira kolanên xemgînan kolanên zarokên bêwelat zarokê kolanan zarokê kolanên xemgînan di destê te de şûşa şerebê û tînerê di devê te de izmarîtên cixarê te hilmeke kûr dikişand cîgerê gewrî li te dişewitî cîger li te diperitî bîhna şîrê sipî ji devê te dihatî li te herimandibûn li wî welatî Welatê serdestan Welatê kevneperestan zarokê kolanan zarokê bêwelat te digot; min bêriya te kiriye dayê li hêviya te me bawêriya min bi mirovan nemaye pêrîşanim dayê li ber bayê felekê ya xayîn diqefilim û diricifim ji sermaye zarokê kolanan li kendalan li ber quncik û dîwaran ketibûyî nav xem û xeyalan Alîşan îro ser sala te ya şeşan li ber te pozê te koma mêşan feqîr û belangaz û perîşan rapêçandibû canê te kul û keder û êşan ketibûyî xewa şîrîn li ber dîwar û koşan zarokê kolanan zarokê kolanên xemgînan hûn tî dibin dev û lêv l i we zîwa dibin we qûltek av hêvî dikir ji mîrovahiye lê ava kaniya we miçiqandin gul û çîçekên we çilmisandin jiyan li we herimandin û cendekê hevalên we bi axa pîroz nuxumandin hûn birçî dibin we pariyek nan hêvî dikir ji mirovahiye we bi destên qirêj ji bo pariyek nan êrîş dibir ser çopan bi destên dirêj û zirav êrîş dibir ser firinan carnan awirên çavên we yên tûj bi rik û nefret digotin; ka ew jiyana bi qedr û qîmet carnan awirên çavên we yên melûl bi kelegirîn digotin; em zarok li ber dîwaran digirîn û dimirin zarokê bêwelat Alîşan îro ser sala te ya şeşan li ber pozê te koma mêşan lingxwas û birçî û perîşan rapêçandibû canê te kul û keder û êşan ketibûyî xewa kûr li ber dîwar û koşan zarokê kolanan zarokê kolanên xemgînan zarokê bêwelat te digot; ka li ku maye rastî û durustî xweşitî û tenduristî bi azadî û serbestî li ser axa min ya çar parçe bûyî bi zimanekî qedexe bûyî hûn dikarin dîrok û çîrokekê ji min re vebêjin ey mîrovahî ? te digot; li bax û bostanan li nav goristanan li havîn û zivistanan lingxwas û tazî dikir hawar û gazî hûn dikarin germahiya hembêza dayîkekê bidine min ey mîrovahî ? te digot; ez mîna parsekî di nav berhevkirina parsê de di nav heyecan û tirsê de di nav qehr û hêrsê de hatime fetisîn hûn dikarin pê bigrin bişeqînin û tune bikin h êrs û tirs û canêşa min ey mîrovahî ? te digot; lê ew rondikên çavên min ew ken û şadiya dev û lêvên min hezkirin û eşqa dilê min hesreta strana dergûşa min bi bayekî xayîn ya meha gulanê firîyan û çûn hûn dikarin wî bayî paşve bizivrînin û li min bibexşînin ey mirovahî ? zarokê kolanan zarokê kolanên xemgînan ev tenetî bedbextî dilşikestî milşikestî bêkesî pîxwasî stûxwarî kelegirîn hawar û qêrîna we mirina we mîna dîmenekê xeyalekê hê li ber çavên min mîna şewqa agirê Newrozê vêdiket û diçirîsî min bi heyecan bi hesteke kovanbar bi dilekî birîndar bi hêvîyeke stûxwar çavên xwe li we digerand li we temaşe dikir zarokê ciwan zarokê kolanan hûn herdem mêvanê kolanên xemgînan zarokê bêwelat ji we re wê werê mizgîniya aştî ye azadî ye serbestî ye xweşî ye ey zarokên kolanên bindestan ey zarokên ji Kurdistan Stockholm, 10. 05. 2002. Xizan Şîlanhttp://www.pdk-xoybun.com |