Xulamên xulamokan eXulamên xulamokan eXulamên xulamokanÇavnêrî û zêrevaniya Þopa û þûna te û Pîþ û sazê te Dikin..?! Hewil didin bahoza te ya gur Rawestînin.. Gelo keviz dikare deryayê Beden bike ? An ; Burc ji qûmê têne Avakirin ?! Guh li wan neke.. Çendî perperîk Li dor çirayê kom bibin Xwe di þewitîn in û Xweþ nîþan e Ji ronahiya çirayê re. Xemgînî tu ? Ji ber ku derew û xap Li te kirine û dikin ? An bazirganiyê Bi navê te dikin ?! Ne xem e .. Bi vir û xapan Rojên xwe derbas dikin. Ji wan werê kes wan nas nakî, Bîr nabin ku Wek rewrewkê ne Çendî mirov nêzîkî wan bibe Têne veþartin û Çendî dûrî wan keve Belû û eþkere dibin. Carna tu þiyar dibî ku Di piþt rewrewkê de Xwe veþartin e , Bi kîn û zikreþî Dane ser þopa te û Bi bê dengî þerê te dikin. Hewil didin bi navê te Bazirganiyê bikin û Te bi guherînin, Rêbaza te li ber çavê te Reþ bikin û dawî Te bikin xulamekî mîna xwe .. Pêwîste tu bi wan re biken e Ji ber ku ew koleyên demê ne Nêzîk, Wê dem, dêmê wan Yê rast eþkere û belû bikî Ma te ev gotina pêþiyan sehnekiriye: ( Tu çi tovî di xakê de bi reþîne Tê berê wî tovî hilîne ). Bi girnij e.. Te ew kirine sergêjekeke mezin de Tu bûye barekî giran Li ser milên wan Di bin giraniya barê te de Xew li wan di herime û Ew çend gotinên ku tu dinivîsîne Ji wan re bûye kul û xem.. Bi live .. li paþ xwe nezîvire Ew xulamên xulamokan e. Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo. Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |