Mirovekî Kurd imMirovekî Kurd imMirovekîKurd imJi sala 1514 an ve Ta roja îro ; Di kul , êþ û janên Gelê xwe de di ponjim Xemxur û zikêþê Zimanê dê û bavê xwe me ; Yekim , ji wan kesên ku , Li dor malbata Bedir – Xaniyan Di xepêrim ... Ez Konê Reþ im . Konê ku stûnên wî , Bi kuçên ji çiyayê Sîpanê Xelatê , Barzan û Agrî Bilind dibe , Çît û berçîtên wî Bi zil û qamîþa Derdora çemê Dicle û Ferat Dibe dîwar û Bi hevirmêþa Mûþ û Bazîdê Hatiye hûnandin .. Ben û þerîtên wî Ji hiriya berxên Þikak û Heyderan , Keriyên koçerên Milan û Mîran Hatiye ristin ... Konê ku ji mûyê Bizinên zozanê Botan , Zozanê þerfdînê û çiyayê Mazî Hatiye çêkirin û Bi rengê þevê Hatiye debixdan Da ku di rojê de Belû û diyar be û Xweþ bê xuyakirin ; Dinya û alem tev Bibîne û bizanibe ku Qet singên konê min Ji nav xaka bav û kalan Nayên hilkirin Nayên hilkirin Ez Konê Reþ im Mirovekî Kurd im Rojavayê Kurdistan. Bajarê Qamiþlo. Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |