Strana : HekîmoHekîmoWere bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kîXwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî… Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî þîrê teyrê bazî, emê pêþkêþî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêþkêþî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêþîne Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne þîrê teyrê barî Wesmerê bîne þîrê teyrê barî, wemê pêþkêþî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêþkêþî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaþê hejde salî Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêþîne Gotin û Muzîk : Evdalê Zeynikê Çavkanî : Þeroyê Biro Berhevkar : Þivan Perwer Bijî Huner û Çanda Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |