Strana : Kîne em ? Kîne em ?Kîne em ?Cotkar û karker Gundî û rêncber Hemû proleter Gelê Kurdistan Þoreþ û volqan Tev dînamêt in Agir û pêt in Sor in wek etûn, Agir giha qepsûn Gava biteqin Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Em in rojhilat, Tev birc û kelat. Tev bajar û gund, Tev zinar û lat. Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar, Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng, Di rojên pir teng, Bi kûþtin û ceng. Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Kîne em ? Gelê serfiraz Dijminê dijmin Dostê aþtîxwaz. Em xweþ mirov in, Ne hirç û hov in Lê çibkim bê þer Dijmin naçî der. Bav û kalê me Dijîn tev serbest, Naxwazin bijîm Ta ebed bindest. Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Em in ew Kurdê serhiþk û hesin, Îro jî dijmin ji me ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr, Biteqim ji bin, Dîsa wek mêra, Bikevin çiya. Naxwazim bimrim, Dixwazim bigrim. Kurdistana xwe Axa Mîdîya, Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar, Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar. Em in ew Lolo, Kardox û Kudî, Em in Mad û Goþ, Horî û Gudî. Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor, Em in, em Kurd in li jêr û li jor Çend hezar salin Kurdistana me Perçe perçe ma Bindestê dijmin! Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg Hinek jên bûne cahþê jardara Kurdistan firot wan tev neyaran Bûne mezhebdar, Bûne olperest, Bûne paþverû, bi tizbî û xiþt Ta ku dijmin þikand li me ser û piþt Me dan bin lingan dewlet û hebûn, Bûn dijminê hev perçe perçe bûn. Ta ku Kurdistan, Ta ku Kurdistan Jar û perîþan Ket e bin destan! Ketin xewê, ketin xewê Ketin xewa zilm û zorê Ketin xewa bindestiyê Raketin, raketin… Yekcaran serê xwe rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Yek carna serê xwe bi hêz rakirin Lê dijmin serî zû jêkirin Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin Ev erdê jiyanê ye Germ dibe, sar dibe Dikele, dikele, dipiþiqîne Brûskê tavê tavan hiltîne Ronahî dike rojê li welat hiltîne Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne Niþtimanperweran diwelidîne Em in ew gela Belê em in ejdeha Ji xewa dîlî Þiyar bûn niha Dixwazin wek mêr Tev mejî û bêr Rabin her wek þêr Serê xwe hildin Çi serbilind in Bi cîhan carek Em bidin zanîn Rêçika Markîs, Rêçika Lenîn. Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem, Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem. Bejin bilind in Wek dêw bilind in Em dest dirêj in Serbest dibêjin Dixwazin bi lez Gavan bavêjin! Kîne em ? Hey hey hey kîne em ? Ne xwînxwar in em, aþtîxwaz in em Serdarên bilind, gernas in herdem Em þer naxwazin, Divên wekhevî, Em paþ ve naçin, Lê dijmin direvî! Divên bi þêwrê, lê ew qebûl nakî Divên biratî, lê ew qebûl nakî Bûye wek rûvî Li paþ xwe nanêrî Kine em… Gelo bavêm çi bikin? Naxwazin însanî Êrîþ bikin û bigrin Histu biþkînin Ev pîsên mirdar Ji nav me derxînin Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan, bimrî koledar! Kîne em ? Bijî Huner û Çanda Kurdhttp://www.pdk-xoybun.com |